Koalîsyona Jinan a Serbixwe ya Yemenê nêzîkatiyên pergala desthilatdar şermezar kir

Koalîsyona Serbixwe ya Jinan li Yemenê dubare bang li jinan kir ku di mekanîzmayên rêveberiyê de cih bigirin ji bo dabînkirina dadweriya ku di sîstem û destûrê de hatiye diyarkirin û encamdana diyaloga niştimanî pêk bîne û her wiha kiryaran şermezar kir.

NOOR SURAIB

Yemen - Seroka Koalîsyona Jinan a Serbixwe ya Yemenê Dr. Wissam Basindouh guhertina wezaretê ku roja Pêncşemê 28’ê Tîrmehê bê namzedên jin hat ragihandin, şermezar kir. Wissam Basindouh ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku jin bi biçûkxistinê re rû bi rû ne. Wissam Basindouh got ku ji dema ku Konseya Serokatiyê li bajarên hatine rizgarkirin li Yemenê dest bi rêvebirina xwe kir heta niha tu jin li wir nehatine wezîfedarkirin û destnîşan kir ku piştî guherînên rêveberiyê hatin ragihandin jin nehatine wezîfedarkirin.

“Jin ji rola xwe tên dûrxistin”

Wissam Basinduh got: “Nebûna jinên Yemenî di guhertinên wezîran ên vê dawiyê de tevî bangewaziyên ku me dest pê kirine, bêguman bi dûrxistina bi qestî ya jinan li Yemenê û bêparkirina jinên yemenî ve girêdayî ye. Heta ku em rol û mîsyonên jinan ji nû ve ava nekin, tu hêz wê nikaribe me li ber şer û têkoşînê bigre. Têkoşîna me dê di mekanîzmayên biryargirtinê yên ji bo wekheviya tam pêk were de, bidome.”

Wissam Basindouh ku helwesta partiyên siyasî yên li welat jî nirxand got; “Nabe ku jin rol û mîsyonên ji wan re hatine diyarkirin bilîzin. Jin weke dîmenek tên dîtin û her dem li paş tên hiştin. Partiyên siyasî di biçûkxistin û îzolekirina jinên Yemenî de heman rolê dilîzin. Tenê endamên mêr di peywiran de cih digrin. Em di civakeke baviksalarî de dijîn û nêrîneke ku jinan tenê di malê de dibîne heye.”

Bang li jinan hat kirin

Ji bo jin di nav rêveberî, walîtî û mekanîzmayên rêveberiyê de cih bigirin, di serî de jî serokatî Dr. Wissam Basinduh got: "Em bangewaziya xwe ji serok û endamên Encumena Serkirdayetiyê re nû dikin da ku rewşê sererast bikin û jinên Yemenî di astên rêveberî û serkirdayetiya desthilatdariya xwecihî de, di nav de parêzgar, rêveber û rêveberî, cih bigrin û bi cih bînin."

Serokatiya Hevbendiya Jinan a Serbixwe ya Yemenê di salên derbasbûyî de gelek caran bang li jinên Yemenê kiriye ku di mekanîzmayên rêveberiyên xwecihî û neteweyî de cih bigrin û di çalakiyên diyalogê yên li vî welatî de jî ev mijar hatiye gotûbêjkirin.