Nivîskar û helbestvan Fewziya El Mirî jiyana xwe ji dest da

Helbestvan û nivîskara Yekîtiya Rewşenbîran Fewziya El Mirî di 76 saliya xwe de li Reqayê jiyana xwe ji dest da. Helbestvan û nivîskar Fewziya El Mirî bi dehan helbest û 9 pirtûk li pey xwe hiştin û ji bo wan gelek xelat wergirtin.

Reqa - Wêjevan, helbestvan û endama Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Fewziya El Mirî duh êvarê li bajarê Reqayê wefat kir.

Fewaziya El Mirî 1’ê Sibata 1948’an de li taxa Himêdiyê ya Reqayê ji dayik bûye. Fewziya El Mirî ku 9 berhemên wê yên çapkirî di warê helbest û kurteçîrokan de hene, gelek caran li ser asta Sûriyeyê xelat wergirtine.

Fewaziya El Mirî ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû xelatkirin û ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê spasname wergirtiye.

Fewziya El Mirî ku ji zarokatiya xwe ve dest bi helbestvaniyê kiribû, di sala 2005’an de yekemîn saziya çandê ku ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin li kantona Reqayê vekir. Sazî bala wêjevan û rewşenbîrên ji Sûriyeyê û tevahî cîhana Ereban kişand. Di saziyê de hejmarek wêjevan û ronakbîr mîna Mehmûd Derwîş û Ebdulwehab El Mesîrî hatibûn xelatkirin.

Bi bestpêka aloziya Sûriyeyê re (2011’an) xebatên saziya çandê sekinin.  Çeteyên DAIŞ’ê ku sala 2014’an Reqayê dagir kiribû, mala Fewziya û pirtûkên wê şewitandin. Lê ruxmî vê yekê jî Fewziya dest ji nivîsê berneda.

Piştî rizgarkirina Reqayê, Fewziya El Mirî ji kêşên pêşîn bû ku beşdarî çalakiyên çandî bû û ji bo gelek civîn û kongreyên ku li Reqayê dihatin lidarxistin, dihat vexwnedin.