Li Idlibê nexweşiyê kronik zêde dibe gel nagihêje mafê tendirûstiyê

Li Idlibê ji ber qirêjiya avê, bi taybet di jinan de ne aramî û sendroma rûviyan de zêdebûn tê dîtin. Ji ber kêmaniya xizmeta tendirûstiyê û aboriyê jin diyardikin ku nikarin tedawî bînin.

HADEEL Al-OMAR

Idlib- Sendroma rûviyan ya Îrritable di nava gel de weke Sendroma ne aram ya rûviyan ku tê zanîn, guherînên weke îshala di sîstema helandinê de pêşdikeve, gaz û qebiztî ava dike, xirabûna gastrointestinal di rûviya stur de tê pênasekirin. Sendroma Îrritabl ya rûviyan, li qampên Idliba dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî HTŞ de, di nava jinên ji cihê xwe bûne di asta şewbê deye. Di heman demê de jin ji derfetê tedawiyê bê parin.

Tedawî nabînin

Majda Al-Karmo ya 37 salî ku ji cihê xwe bûye li qampa El Baradaqli ya bakûrê Idlib jiyan dike diyarkir ku ev demeke ne aramiya sendroma îrritabl ya rûviyan jiyan dike û bi taybet di mehên zivistanê de ji ber werimîna zik ne arame û got: “Ji ber bihabûnê ez derman nagrim. Hertim ji ber êşa zik di aliyê psikolojik de bandor dibim. Dibe sedem ku hertim ez aciz bibim. Ez naxwazim derbikevim ji derve û tiştek bikim. Hevjînê min jî êdî ji vê rewşa min bêzar bûye. Gefa wê bi yeke din re bi zewice li min dixwe. Ji ber navendên tendirûstiyê ji qampan û navenda navçeyan dûre tedawiya min dereng dimîne.”

Xizanî ji bo xweparastinê asteng e

Rabab Al-Shardoub ya 44 salî û ji cihê xwe bûye tiştên ku jiyan kiriye wiha anî ziman: “Ji ber xizaniyê, min xweparastina ku bijîjk pêşniyar kir pêkneanî. Ji ber pirsgirêkên xwarinê gelek deman em bi danekê derbas dikin. Ji ber nirxê zêde ya goşt û zebzeyan, hêza me ya kirînê nîne. Em bi xwarinên beqle, birinc, savar, nîsk jiyana xwe derbas dikin. Dema ez xwarin dixwim ez neçar dibim dermanên ku asîda mîdê kêm dike bigrim. Ji ber ketina germaniyê û hestê sarbûnê êşê zêdetir dike. Ez di van şert û mercên ku têde jiyan dikim ez bawernakim baş bibim.”

Stres sedemê bingehîn yê nexweşiyê ye

Jînekolog Soha Al- Khatib da zanîn ku kolan destpêkê bi sedemên genetik û standartên kêm yên qampan, di derceya dûyem de jî xirabûna rewşa hestî, hestên depresyon û anksiyet ve girêdayî bû. Sendroma îrritable ya rûviyan ji ber stresê ye, divê nexweş xwe ji stresê dûr bixwe û wiha got: “Ên ku ne aramiyê jiyan dikin, divê hem tedawiya dermanan, hem jî tedawiya psikolojik bigrin. Tirs, fikar, acizî û bê qerarbûna ku nexweşiyê derdixwe divê were derbas kirin. Lê belê pirsgirêkên li herêmê berdewam dike. Ji ber wê jî dibe sedem ku nexweşî berdewam bike.”