Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panela ‘Êşên jinan li gel krîza Sûriyeyê’ li dar xist

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê, panelek bi sernavê ‘Êşên jinan li gel krîza Sûriyeyê’ li dar xist. Bi dehan endamên partiyên siyasî, sivîl û rêxistinên jinan beşdarî panelê bûn.

Navenda Nûçeyan- Nivîsgeha Jinan ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), li navenda Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a navçeya Ehdas a kantona Efrîn û Şehbayê bi navê "Êşên jinan li gel krîza Sûriyeyê" li dar xist. Bi dehan endamên partiyên siyasî, sivîl û rêxistinên jinan beşdarî panelê bûn.

‘Di nava vê krîzê de xwestin jin herî lewaz bin’

Di panelê de hevseroka Nivîsgeha MSD’ê ya Şehbaye Bêrîvan Elî axivî û wiha got: “Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve her roj rastî kiryaran tên. Ev kiryar jî ji hêla leşkerî, siyasî û derûnî ve ne. Di nava vê krîzê de xwestin jin herî lewaz bin. Jin di her kêliyê de bûn qurbaniyên van kiryaran.”

Bêrîvan Elî wiha domand: "Yek ji sûcên herî zêde ku li dijî jinan hatine kirin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîna dagirkirî ne. Dîmenên revandina jinên Kurd û veşartina wan di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de, di bîra me de ne.”

Her wiha bi nîşandana sînevîzyonekê panel bi dawî bû.