Malala bang li NY kir: Cihêkariya zayendî ya Talîbanê nas bikin

Xwediya xelata Nobelê ya Aştiyê û aktivîsta mafê zarokan Malala Yousafzaî serdana nûnerên NY yên hinek welatan kir û xwest cihêkariya ku Talîbanê li Efganistanê li dijî jinan pêktînin nas bikin.

Navenda Nûçeyan- Parêzvana mafê zarok û mirovan ya Pakistanî û xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Malala Yousafzaî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medya dijîtal dayî de diyarkir ku ji bo cihêkariya ku Talîbanê li Efganistanê li dijî jinan pêktînin were naskirin serdana nûnerên Netewên Yekgirtî ya Başûrê Efrîqa, Malta, Meksîka, Arnavutluk û li bajarê New York ya Emerîka kiriye.

Divê cihêkarî weke sûcê mirovahiyê were dîtin

Malala Yousafzaî anî ziman ku di serdanan de derbarê mijara cihêkariya li Efganistanê hevdîtin pêkanî. Malala Yousafzaî bang kir ku cihêkariya zayendî divê li Konseya Ewlehiya NY weke sûcê li dijî mirovahiyê bê naskirin û da zanîn ku ji bo naskirina cihêkariya li Efgansitanê pêwîstî bi piştevaniya endamên NY heye. Daxwaz kir ku Tevgerên protesto yên jinên Efganistan û hinek rêxistinên mafê mirovan û cihêkariya li dijî jinên Efganistanê weke sûcê li dijî mirovatiyê bê dîtin û fail di Dadgehên Ceza ya Navnetewî de werin darizandin.

Raportorê taybet ya mafê mirovan ya Efganistanê ya Netewên Yekgirtî Richard Bennett di rapora xwe ya nû de ragihand ku li Efganistanê Talîban li dijî jinan cihêkariya sistematik pêktîne û ev pêkanîna li dijî jinên li vî welatî  ‘Cihêkariya zayendiye.’