‘Nifşê nû dê siya dîktator bi ronahiya azadiyê biguherîne’

Di serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir de xwendekar û perwerdekar têkoşîneke bi bandor dimeşînin. Fehîme Şerîfî, midûra dibistaneke li Tehranê ye got ku nifşê nû dê ronahiya azadiyê bi siya dîktator biguherîne.

LARA GEWHERÎ

Mihabad – Li Îranê, piştî qetilkirina Jîna Emînî di Îlona sala borî de, serhildana şoreşgerî ya gelan a bi pêşengiya jinan, bi çalakiyên bi bandor didome. Piştgiriya mamoste û rêveberên dibistanan ji bo xwendekaran jî gelek caran di rojevê de bû, gelek mamoste ji kar hatin avêtin, hatin qetilkirin û cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Yek ji wan kesên ku di dema aloziyan de piştevaniya xwendekaran kiribû, Fehîme Şerîfî ye, ew midûra lîseya Tehranê bû. Fehîme Şerîfî têkildarî berxwedana ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê meşandin nirxandin kir û bersiv da pirsên ajansa me.

Serhildana Jînayê bandoreke çawa li ser azadîxwaziya xwendekaran kir?

Nifşê ku îro dibistan û zanîngehan dixwînin, nifşeke bi giştî cuda û agahdar e ku têgihîştineke gelek kûr li ser tiştên diqewimin difikire. Berî serhildana ku bi Jînayê dest pê kir, xwendekaran bi awayekî rûbirûyî azadiya xwe nîşan didan û ev rûbirûbûn tenê bi zagonên li ser dibistanê re nebû. Bi tevahiya zagonan hewl didan wê biguherînin û ji asta klasîk û kevneşopî derbas bikin. Serhildana Jînayê notlê niftekî bû ku li ser agirê vêxistî tê hirşandin û alawiyê mezintir dike.

Di van xwepêşandanan de mamoste û xwendekaran çi çalakî pêk anîn?

Ewilî çalakiyên xwendekaran, ji bo rakirina hicab û desmalan bû ku me hewl da piştgiriya wan bikin. Me hemû sêrvîsên hatin-çûyînê bi awayekî kontrol kir ku ji ber negirtina hicabê nekevin pirsgirêkê û bi nêrîna min dîmenê herî bedew dîtina porê bedew ê keçên dibistanê bê hicaba îcbarî bû.

Zarokan hemû rûpelên ku wêneyê Xumeynî li ser wan bû diçirandin û piyên xwe li ser wêneyên diriyayî didan. Wêneyên Xumeynî û Xamaneyî yên ku bi dîwar ve daliqandî bûn bi giştî dianîn jêrê û diqetandin û me jî êdî wan wêneyan saz nekir heta ku min ew wêne jî ji pirtûka xwe derxist.

Mamosteyan piştgirî didan xwendekaran?

Zarokan li hundir û derve bi reşandekê dirûşm dinivîsandin û me jî tevahiya hundirê dibistanê bê pêşbendî da destên wan. Dîwarên dibistanê bi giştî tijî dirûşmên zarokan bûn û heta du fîlmên zarokan ên ji avêtina desmal û wêne dirandinê kişandibûn di ajansên nûçeyan de hatibûn weşandin. Min bi xwe bi wan re ji bo nîşandana hevrêtiya xwe di hundirê dibistanê de, dirûşm dinivîsand û mamosteyan bi giştî jî hem di polê de hem jî li derveyî polê hevrêtî dikirin. Mamosteyên min hebûn ku bê hîcab diçûn polê. Tenê mamosteyê ku bi zarokan re hevrêtî nedikir mamosteyê olî bû ku min îsal 3 caran mamosteyê olî guherand û hişyarî da wî ku bi xwendekaran re hevrêtiyê bike û baweriya xwe li ser wan ferz neke. Hedefa me tepisandina zarokan nebû, armanc tenê parastina wan bû. Di civîna ku me ligel perwerde û hîndekariya herêmê pêk anî, wan ragihand ku bi tu şert û mercî rê nadin hêzên ewlehiyê ku derbasî dibistanê bibin û hema hema tevahiya çareseriyên ku ji aliyê mamoste û rêveberan ve hatin pêşniyarkirin li dijî hikûmetê bûn. Yek an du rêveber jî hebûn, digotin pêwîst e ji ber dirandina wêneyan û bêhicabiyê divê pêşî li zarokan were girtin û ev yek jî rastî nerazîbûna piraniya kesên di civînê de hat.

Gelo xwendekarên we beşdarî xwepêşandanên kolanan dibûn û xwendekarên we yên ku hatibin girtin hene?

Belê, gelek xwendekar ji dibistanê diçûn xwepêşandanan. Min ji wan re riya çareseriyê nîşan dida ku serçavên xwe bipêçin û maskeyan lêdin, bi tenê neçin û bi çend kesan re bibin yek û bi xwe re avê bibin. Piştî betlaneya dibistanê em rastî gelek metirsiyan hatin û hinek caran jî em neçar man ku li gel hevkarên xwe çeperên mirovî ji xwendekaran re çêkin da ku xwendekar bêyî destwerdana hêzên ewlehiyê yên hikûmetê û bêyî ku ziyanê bigihîjînin zarokan xwepêşandanê bikin û dirûşmên xwe babêjin li derveyî hewşa dibistanê. Di xwepêşandanan de gelek xwendekar hatin girtin û çend kes ji wan heta niha em nizanin ku çi hatiye serê wan.

Rewşa derûnî ya xwendekaran piştî rizgarkirinê çawa ye?

Rewşa derûnî ya xwendekarên ku ji girtîgehê derketin qet nebaş e. Yek ji wan keçan tenê li quncekê dihênije û heta niha tu tiştek negotiye, mixabin yek ji wan zarokan jî piştî ku ji girtîgehê derket, hewl da xwe bikuje. Me hemû xwendekaran bir ba derûnînasekî ku baweriya me pê hebû. Derûnînas teqez dike ku divê em tiştekî ji wan nepirsin û hewl bidin rewşê wisa nîşanî wan bidin ku ew bizanibin ne bi tenê ne û tiştekî wiha nehatiye serê wan tenê.

Xwendekarek ku hatibû girtin digot ku di halekî rûniştinê de, ku bi çongên xwe hembêzkirî û her du tiliyên mezin ên wê li hev ve girêdayî, bi qasî 24 saetan di odeyeke tarî de di vê rewşê de bûne û tevahiya demê dilop bi dilop av li serê wî ketiye û ev bi giştî dilop bi dilopa avê di 24 saetan de bi rîtmekê hatiye. Wê digot ku di destpêkê de wê bi xeyala xwe bi vê bêdengiyê û bi rîtma dengê dilopên avê re rû bi rû kiriye lê dû re tu kontrolek li ser xwe nekiriye. Di roja sisiyan de ew mecbûr kirine ku peymanek îmze bike û azad kirine. Belkî ev îşkence pir hêsan xuya bike lê ew ezmûmeneke gelek giran e.

Hevkarên we yan jî hûn bi xwe bi van pirsgirêkan re rû bi rû man?

Min bi xwe 2 caran hişyariya bi telefonê ji dezgeha îstîxbaratê girt. Ez di bin zextê de bûm dixwestin ez xwendekarên xwepêşander radestî wan bikim. Wan çendî zextan kirin jî min rê neda ku ziyanê bidin xwendekaran û ez ne ji hêla hikûmetê me. Hevalên me hene ku niha di girtîgehê de ne yan jî ji karê xwe hatine derxistin û tu mûçeyeke wan tune ye. Em komeke ji mamosteyan ji mûçeyên xwe pereyekî dihêlin li kêlekê ji bo mamostayên ku ji kar hatine derxistin û ji bo malbatên wan dişînin da ku tenê birçî nemînin.

Di êrîşên kîmyewî yên li ser dibistanan de tu pirsgirêk rû dan?

Min hejmara dê û bavan hemû tomar kirine û bi kamerayeke madargirtî û iPhona vîdeoyî hatin û çûyînan giştî kontrol dikim. Heta ku min rê neda cîgirê serokê perwerde û hîndekariyê jî bikeve dibistanê û min riyeke cuda ji bo çûyîna nivîsgeha xwe çêkir. Bi zêdebûna êrîşên li ser xwendekarên, mamosteyên me dest ji xebatê kişandin û pol vala bûn.

Bi nêrîna we serhildana Jînayê çi bandorê li ser têkoşîna azadiya jinan kir?

Van xwendekaran ciwan in, nifşa pêşerojê jixwe zehf wêrektir û berxwedêrtir mezin dibin û êdî tu hikûmet nikare wan bitepisîne. Bi heyîna îşkence û girtin û zextan jî dîsa dê xwepêşandan berdewam bikin. Belkî zagonên dîktator jî guhên xwe nadinê. Ev nifş bêguman bi hevrêtiya nifşên pêşîn û pey re jixwe siya dîktator bi ronahiyê re vediguherîne û dê rojekê tevgera azadîxwaziya jinan bandorê li wan jî bike.