Newroz Ehmed ji Nûjinhayê re axivî: Têkildarî hevdîtinên Şam-Rojava û YPJ’ê nirxandinên girîng

Endama Fermandariya YPJ’ê Newroz Ehmed, bersiv da pirsên edîtora me Avrîn Navdar û hevdîtina li Şamê û rojeva entegrasyona YPJ’ê nirxand. Hevpeyvîn wê sibê were weşandin.

Navenda Nûçeyan – Endama Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Newroz Ehmed, bersiv da pirsên edîtora me Avrîn Navdar a têkildarî hevdîtinên Şam-Rojava û pêvajoya entegrasyona YPJ’ê ya yek jî sernavên rojeva girîng ên serdema nû ya Sûriyeyê.

Newroz Ehmed, ji bilî hevdîtîna ku di 25’ê Tebaxê de li Şamê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re pêk hat, der barê pêşeroja YPJ’ê û pêvajoya entegrasyonê ya di çarçoveya Peymana 29’ê Çile de jî nirxandinan kir.

Entegrasyona YPJ’ê bû yek ji mijarên sereke yên hevdîtinên bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re hatin kirin, di 26'ê Tebaxê de di navbera endamên Fermandariya YPJ'ê û Wezîrê Karên Hundir ê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Enes Xettab re jî, hevdîtinek pêk hat. YPJ'ê, ragihand ku di hevdîtinê de statuya avahiyê "hêzek taybet û rêxistinkirî" parastiye û vebijarka entegrekirina rêxistinê ya bi Wezareta Karên Hundir re girtiye dest.

Di hevpeyvînê de naveroka hevdîtina Şamê, pêkanîna Peymana 29'ê Çileyê, statuya ku wê YPJ’ê bê entegrekirin û wateya entegrekirinê ya di aliyê hêzên parastina jinan de hate destgirtin.

Tevahiya hevpeyvîna ku me bi Newroz Ehmed re pêkanî, dê di 1'ê Îlonê de wê di ajansa me de were weşandin.