Navenda Nûçeyan – Li Komara Demokratîk a Kongoyê, belavbûna Şewba Ebolayê didome. Li gorî daneyên Wezareta Ragihandinê ya hikûmetê, hejmara bûyerên enfeksiyonê yên hatine piştrastkirin derket 6 hezar û 41’an û ji van 2 hezar û 911 kes mirine.
Wezaretê, di daxuyaniyê de diyar kir ku tîmên destwerdanê li 6 parêzgehên ku ji şewbê bandor bûne dixebitin û bi taybetî li ser Ituri, Kivuya Bakur û Haut-Ueleyê kar dikin.
Şewb, di dîroka welatê Afrîkaya Navîn de bû şewba herî mezin û giran, heman demê asta şewba salên di navbera 2018-2020’an de li pey xwe hişt.
Ev nexweşî ji ber şewba Bundibugyo ya Ebolayê ye ku ne derzî û ne jî dermankirina wê hatiye erêkirin.




