Newaya Jin bi manşeta 'Zayîna ku azadî diafrînê' derket

Hejmara Nîsanê ya Rojnameya Jinê Newaya Jin bi manşeta “Zayîna ku azadiyê diafrinê” derket.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 229'êmîn a Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin ku li Ewropayê tê weşandin, derket. Rojname bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'Jinûve zayîna ji bo jinan-vejîna sêyemîn', peyamên li qadên 8'ê Adarê û Newrozê weke rojeva bingehîn nirxand.

Di malperên Kurdî de Dengîr Guneş got, "Paradîgmaya azadîparêziya jinê ya ekolojîk zayîneke nû diafirîne", di malperên Tirkî de jî Rûşen Samsat got, "Şînbûna hesta azadiyê vejîna sêyemîn e."

Ji nivîskarên rojnameyê Havîn Guneşer jî bi gotina 'Gelê Kurd bi tevgera azadiyê ya Kurd re bû gelekî welê ku ji xweliyên xwe jinûve xwe afirand û êdî li ser dika dîrokê ye' wateya 4'ê Nîsanê kurteber kir. Şervîn Nûdem jî heman mijar di çarçoveya Rojava de bi sernavê "Li tejaneya Firatê zayînên nû' nirxand. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk jî bi sernavê "Hilweşandina dîwarên tecrîdê" bandora paradîgmaya Ocalan a li ser gelan û jinan nirxand.

'Meşa Azadiyê ya Mezin' vegot

Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar çavdêriyên xwe yên li ser 'Meşa Azadiyê ya Mezin' ji bo Newaya Jin nivîsî ku li Bakurê Kurdistanê 15 rojan dewam kir. Nivîs bi sernavê "Xaka ku dîroka xwe vedişêre, gelê ku dîrok têrê nake" hate weşandin.

Dayikên Nobeta Edaletê

Rojnameyê ji ber salvegera mirina dayika Uveyş a 11'ê Nîsanê cih da nivîseke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê "Bi hilweşandina qalibên modernîteyê nêrîna li Dayikê' hate amadekirin.

Rojnamevan Rozerîn Gultekîn çavdêriyên xwe yên têkildarî dayikên di nobeda edaletê de ne ji bo rojnameyê nivîsî.

8'ê Adarê û Newroz

Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya, Haskar Kirmizigul û Nazan Ustundag peyamên ji qadên 8'ê Adarê û Newrozê nirxandin.

Di rûpelên Kurdî de jî Zîlan Vejîn ji 8'ê Adarê heta Newrozê, ji hilbijartinên Îranê heta 4'ê Nîsanê rojeva jinên Rojhilatê Kurdistanê nirxand.

Jinolojî bala jinên ciwan dikşîne

 Di rûpela Jineolojiyê ya rojnameyê de vê mehê qala Beşa Jineolojiyê ya li Zanîngeha Rojava tê kirin ku bi çi rengî bala jin ên ciwan dikişîne. Her wiha işaret bi wê mufredatê tê kirin ku zanyariya jinê bi jiyanê re dike yek.

Yûrdûsev Ozsokmenler, di gotara xwe ya vê mehê de bal kişand ser konferansên Zayendîperestiya Civakî ku TJK-E'yê li 3 navendên Ewropayê lidar xist.

Muzîkala 'Stranên Keziya Sor' û şanoya çiyê

Newaya Jin, bi hevpeyvîna rojnamevan Bêrîtan Sarya qala muzîkala 'Stranên Keziya Sor' kir. Di rûpelên Kurdî de jî Kurdê Xebat qala şanoya çiyê, zehmetî û taybetmendiyên xweser ên şanoya çiyê kir.

 Di portreyên jinê de jî li rûpelên Kurdî vê mehê Agnes û Margaret Smîth, di rûpelên Tirkî de jî ji pêşengên tevgera MeToo Tarana Bûrke hatin vegotin.

Di rûpela bîranînê ya vê mehê de nivîseke Nûda Karker (Nazan Bayram) hate weşandin, ku di 1'ê Nîsana 2008'an de li Botanê şehîd bû. Gotara Nûda Karker di sala 1995'an de hatibû nivîsandin.