KJK: em bi hev re pêngava Rêbertî bigihînin asta herî bilind

KJK’ê bi daxuyaniyekê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev bang kir: “Di 4'ê Nîsanê de em bi hev re pêngava Rêbertî bigihînin asta herî bilind.”

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona KJK'ê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand û banga xurtkirina 'Pêngava Rêbertî' kir.

Daxuyanî wihaye:

"Em 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo di serî de li Rêber Apo û jinên Kurd ên bi paradîgmaya jiyana azad a Rêber Apo bûn xwedî îrade, li zarokan ku navê azadiyê ne, li gelê Kurd ku mîna kulîlka li ser tehtan şîn bû, li gelên Rojhilata Navîn ên qedîm, li hemû gelên cîhanê yên ku li dijî sîstema kapîtalîst di paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk de jiyanê dibînin, li hemû hevrêyên li çiyê, zindan û bajaran li ber xwe didin pîroz dikin. Em hêvîdar in ku meha Nîsanê ya ku bi xêr û bêr e, bihar û xweza lê geş dibe, li hemberî jiyana ku kapîtalîzm dixwaze tine bike, bibe wesîleya jinûve geşbûna nirxên mirovahiyê. Em welatparêzên xwe yên hêja hevrê Mûstafa û Mahsûm bi hurmet bi bîr tînin û li ser bingeha bidawîkirina dîlgirtina Îmraliyê soz didin ku dilsozê bîranîna wan bin.

‘Paradîgmaya xwe ya jiyana azad li tevahiya cîhanê belav kir’

Rêber Apo li gel helwesta xwe ya rabûna li ber her tiştên ferzkirî, tevî jidayikbûna xwe ya fîzîkî bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk, bi eşqa jiyanê xwe jinûve afirand. Li zindana Îmraliyê ku hewl didin dengê wî bibirin, wî ji rêya azadiyê vegerînin û teslîm bigirin, bi vê armancê tecrîdê ferz dikin, dengê xwe gihand tevahiya cîhanê, bi milyonan mirov xist ser rêya azadiyê û paradîgmaya xwe ya jiyana azad li tevahiya cîhanê belav kir.

Bi jidayikbûna 3'emîn a li girava Îmraliyê re, bandora cih a li ser mirov şikand û li derve, li nava vê sîstema ku her tişt tê qirkirin bang li her kesê xwe azad dibînin kir ku rastiya azadiyê rast fêhm bikin û bijîn. Yên ku herî zêde ji azadiyê bêpar hatine hiştin em jinin, lewma yên ku herî zêde divê guh bidin vê bangê jî dîsa em jinin. Divê em zanibin ku azadî ji bo me jinan ji nan û avê bêhtir pêwîst e û bi vê têgihiştinê divê em têbikoşin.

‘Em hemû jinan ji ber vê ked û serketinê pîroz dikin’

Têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir û sedsala 21'ê kir sedsala jinê, di serî de ji bo me jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Rêber Apo hêz û wêrekî da me ku em li ber sîstema kapîtalîst û mêr ê hegemon rabin. Îro ev îrade û wêrekî di serî de li Kurdistanê, li tevahiya cîhanê li dijî mêr ê hegemon û dewletan li malê, li kar, li dibistanê, li kolanan weke dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' tê bilindkirin.

Jinên ku di jidayikbûna Rêber Apo de jidayikbûna xwe dîtin, pêşengtiyê ji pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku gerdûnî bûye dikin. Ev mîsyonên pêşengtiyê yên jinan di hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de xwe nîşan dan, Kurdistan bi îrade, reng û coşa jinan xemilî. Ji dayikên me yên 70 salî heta bi keçên me yên ciwan û zarokan, jin bi vê berxwedan, îrade, coş û moralê rabûn û ji cîhanê re gotin, 'vaye şoreş ev e'. Em hemû jinan ji ber vê ked û serketinê pîroz dikin.

‘Jinên ku tawîz ji xeta hevserokatiyê nedan, bi ser ketin’

Di hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de gelê me yê ku li hemberî hemû hîleyan tawîz ji sekna xwe ya fedaî neda, xwedî li îrade, ziman, çand û Rêberê xwe derket, jinên ku tawîz ji xeta hevserokatiyê nedan, bi ser ketin. Gelê me di dema karên hilbijartinê û piştî wê de dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz kir û bi vî rengî nîşanî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê û cîhanê da ku çavkaniya serketinê ku ye. Bi gotina, 'Em ji Rêber Apo hînî berxwedan û serketinê bûn', serketina li dijî faşîzmê diyarî Rêber Apo kir. Gelê me û jin li hemberî hemû zext, lîstik û fenên dijmin bi ser ketin. Em di wê baweriyê de ne ku jin wê li hemberî polîtîkayên qeyûm û desteserkirinê bi ser bikevin û bi berxwedanê bi ser bikevin.

‘Pêngava Rêbertî bigihînin asta herî bilind’

Mizgîniya gerîla, serketina hilbijartinê ya gelê me û pêngava me ya Rêbertî ku navneteweyî bûye, nîşan dan ku jidayikbûna fîzîkî ya Rêber Apo ya 4'ê Nîsanê û bûyîna 3'emîn a li Îmraliyê bûne yek, gihîştine asteke bilind a wateyê û tevî hemû êrişên qirêj ên dijmin jî nîşan da ku têk naçe.

Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo em bang li jin û ciwanan, bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku hêvî û wêrekiyê hîn mezin bikin, xaka xwe bi hêza ji 4'ê Nîsanê wergirtî şîn bikin, bedew bikin, rojbûna Rêberê xwe li Amarayê weke rojeke azad pîroz bikin. Di 4'ê Nîsanê de em bi hev re pêngava Rêbertî bigihînin asta herî bilind.”