Neteweyên Yekbûyî êrîşa ku di encama wê de zarokek jiyana xwe jidest da şermezar kir

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Yemenê êrîşa ku taxeke niştecihbûnê li Taizê kir hedef, ku di encamê de zarokek jiyana xwe jidest da û 11 zarok jî birîndar bûn, şermezar kir.

 Navenda Nûçeyan – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Yemenê Hans Grundberg bi daxuyaniyekê êrîşa li taxa Zeyd El-Mûşkî ya Taîzê ku di encamê de 11 zarok birîndar bûn û zarokek jiyana xwe ji dest da şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li gorî qanûna navneteweyî berpirsyariyên aliyên şer hene ku sivîlan biparêzin. Kuştin û birîndarkirina zarokan cihê şermezariyê ye. Ev êrîş û êrîşên din li deverên din ên Yemenê di dema agirbestê de pêk hatin. Xelkê Taizê di heyama heft salên şer de gelek êş û azar dîtine, her wiha pêwîstiya wan bi agirbestê heye ku bi hemû aliyên xwe ve were cîbicîkirin. Agirbestê guhertineke mezin ji bo Yemenê pêk anî, û di jiyana mirovan de cûdahiyek berbiçav çêkir. Ji bo piştgirîkirina cîbicîkirina hemû xalên agirbestê ez peywendiyên xwe bi aliyan re zêde dikim."