“Êşa me û jinên Êzidî yek e”

Bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, li Hesewîkê bi pêşengiya TAJÊ’ê sînevizyon li ser fermanê hat temaşekirin û daxweyanî li ser navê Meclisa Jinên Ereb a Şengalê hat dayîn.

Şengal-Di fermena 3’ê Tebaxa 2014’an de bi Êzidiyên Şengalê re Ereb û Şiiyên li Şengalê jî bûn şahidên fermanê êş, rev û talanê dîtin. Lewma êşa fermanê bi hemû pêkhateyên ku li Şengalê dijîn re ma. Piştî rizgarkirina Şengalê bi projeya Neteweya Demokratîk, Şengal bi hemû pêkhateyên xwe ve careke din bi ser xwe ve hat. Lewma îro li Şengalê êşa jinên Êzidî, di heman demê de êşa jinê Ereb e jî.

Duh bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê li gundê Hesewîkê ku hemû şêniyên wê Ereb in, bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an sînevîzyonek li ser fermanê hat temaşekirin.

Sînevîzyon bi amadebûna bi dehan jinên Ereb li meclisa gel a Hesewîkê hat temaşekirin.

“Di roja fermanê de mirovahî li dinyayê nemabû”

Piştî temaşekirina sînevîzyonê  li ser navê Meclisa Jinên Ereb a Şengalê daxuyaniyek hate dayîn. daxuyanî ji aliya endama Meclisa Jinên Ereb Fatima Mustefa ve Hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de hemû şehîdên fermanê hatin bibîranîn û piştgiriya xwe ji jinên Êzidî re diyar kirin û wiha hat gotin: “Bi navê Meclisa Jinên Ereb a Şengalê em hemû şehîdên fermanê bi bîr tînin. Em fermana çeteyên DAIŞ’ê ya li ser civaka Êzidî şermezar dikin. Her dem em li gel jinên Êzidî ne. Êşa me  jinan yek e.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku doza civaka Êzidî, di heman demê de doza civaka Ereb e û wiha domiya: “Em ji vir ji raya giştî re radigihînin ku doza civaka Êzidî doza me ye jî. Roja 3’ê Tebaxa 2014’an roja şerma mirovahiyê ye. Di roja fermanê de mirovahî li dinyayê nemabû. Dewletên ku bi navê mafên mirovan xwe didin nasîn di wê rojê de kor û lal bibûn.”

“Divê ji bo kesên winda xebat werin kirin”

 Di dawiya daxuyaniyê de  bang li dewleta Iraqê û hemû delweletên din hat kirin ku mafê civaka ferman jiya ye bê dayîn her wiha kesên ku di fermanê de winda bûne ji bo dîtina wan xebat werin kirin û wiha bi dawî bû: “Divê hemû dewlet û saziyên mafên mirovan, mafên civaka Êzidî bidin û ji bo peydakirina windahiyên fermanê pêwîst e têbikoşin. Em jî weke jinên Ereb heya ku wijdan di cîhanê de  hebe em ê daxweza mafên xwe û civaka Êzidî bikin.”