Nebûna ewlehiyê li Idlibê dibe sedema qetilkirina jinan

Çalakvan Meha El-Hisên diyar kir ku bûyerên qetilkirina jinan li Idlibê di berê de jî rû didan, lê bi nebûna ewlehî, zagon, maf û cudakariyê re ev kiryar zêde bûne.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Li Idlibê ji ber gelek sedemên cuda bûyerên qetilkirina jinan dubare bûne û ji ber nebûna ewlehî û qanûnê di rewşên veşartî de pêk tên. Ev kiryar bi taybetî li herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de pêk tên.

Suriye ji ber zêdebûna rêjeya tawanan di sala 2022’an de derkete pileya 9’emîn di lîsteya dewletên Ereban de û li gorî rapora malpera “Numbeo Crime Index” weke yek ji dewletên herî metirsîdar hat binavkirin.

Di dawiya meha Adarê ya sala borî de, Semîra Harûn a temen mezin, li mala xwe hat qetilkirin. Piştî lêkolînan derket holê ku ji aliyê cîranek xwe ve ku xwestiye diziyê bike, hatiye qetilkirin.

Yek ji cîranên Semîra Harûn, Menal Şêx Hemûd a 39 salî got: “Semîra bi tena serê xwe jiyan dikir. Ji ber wê kiryar ji bo ku zêr û pereyên wê bidize, wê qetilkir.”

‘Zêdebûna bûyerên bi vî rengî metirsiyê ava dike’

Menal Şêx Hemûd wiha berdewam kir:  “Zêdebûna bûyerên bi vî rengî, metirsiyê ava dike dinava jinan de bi taybet jî jinên ku bi tena serê xwe dijîn. Dema ku roj diçe ava êdî em ji malên xwe dernakevin ku em neyên gulebarankirin, revandin û diziya me neyê kirin. Em ji kesî bawer nakin. Em nikarin bi malbatên nû yên taxê re jî têkiliyê deynin.”

Li aliyê din Selam El-Bekro ya 50 salî û zarokê wê ji aliyê kesekî nenas ve hatibû qetilkirin. Bûyer li nêzîkî kampên “Meşhed Rûhîn” li gundewarên bakurê Idlibê qewimî. Jina 50 salî û zarokê wê koçberên gundê el-Wasta yê gundewarên başûrê Helebê bûn.

‘Sedemên bûyerê hê jî nayê zanîn’

Yek ji xizmên jina hatî qetilkirin Ruba El-Bekro a 37 salî jî wiha got: “Selam Bekro di roja ku hatî qetilkirin de bi kurê xwe re derket derve û li nav çopê li kel û pelan geriyan ku bifiroşin. Welatiyan ew û kurê wê yê 10 salî ku bi keviran hatine qetilkirin, dîtin. Sedemên bûyerê hê jî nayê zanîn.” Ruba El-Bekro bang li aliyên peywendîdar kir ku li ser bûyerê lêkolînan bikin û jiyana sivîlan bi taybetî jinan ji rêzê negirin dest.

Li ser heman mijarê, tîmên berevaniya Suriyê termê jineke bi temen ji gundê El-Yeqûbiye ye, li gundê Cisir El-Şixûr li gundewarên rojavayê Idlibê dîtin, ku bi alaveke tûj ji aliyê kesên nenas ve hatibû qetilkirin.

' ‘Kiryarên tundî û qetilkirina jinan zêde bûne

Çalakvana Meha El-Hisên got: “Bûyerên qetilkirina jinan li Idlibê di berê de jî rû didan, lê bi xirabûna rewşa ewlehiyê re ev kiryar zêde bûne.”

Meha El-Hisên di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Kiryarên tundî û qetilkirina jinan zêde bûne û rojane dubare dibin. Ev kiryar bi hişmendiya mêrsalar, nebûna zagon, maf û cudakariyê ve girêdayî ne. Civaka navneteweyî nikare çareseriyan ji krîza Suriyê re bibîne û êşên jinan paşguh dike.”