Li Şengalê 10’e mîn salvegera fermana 2014’an hat bibîranîn

Li Baxçeyê Axîn li gundê Borik ê girêdayî navçeya Sinûna Şengalê, ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Navenda Stiya Nexşan ve wêneyên fermanê hatin daliqandin û şano hat pêşkêşkirin.

Şengal-Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyê DAIŞ’ê ferman anîn ser civaka Êzidî. Bi hezaran kes hatin qetilkirin û koçberkirin. Ji bo bîranîna 10’e mîn salvegera fermanê li gundê Borik ê Şengalê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê ve û Navenda Çand û Hunera Stiya Nexşan, daiqandina wêneyên fermanê û pêşkêşkirina şanoyan hat kirin. Çalakiyê bi beşdariya gelek kesan berdewam kir. Di çalakiyê de li sînevzîyonek ku li ser fermanê hatibû amadekirin hat temaşekirin.

‘Divê ferman neyê jibîrkirin’

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Hebîba Celal û Dilo Elyas armanca xwe ya vê çalakiyê anîn ziman û wiha gotin: “Me weke ciwanan û Navenda Stiya Nexşan bi hev re kar û xebatên bîranîna 10’mîn salvegera fermanê sînevîzyon û wêneyên fermanê her wiha şano amade kir. Di fermana 2014’an de gelek kes ji civaka Êzidî ketin destên DAIŞ’ê û pir zor û zehmetî dîtin dema ku diviyabû xwe ji fermanê xelas bikin. Armanca me bi van amadekariya ew e ku tu carî ferman neyê jibîrkirin. Em wek ciwanên Êzidî em bang li hemû ciwanan dikin ku xwe perwerde û birêxistin bikin.”

‘Divê pêşî li fermanan bê girtin’

Endamên Navenda Çand û Hunera Stiya Nexşan Cîlan Şengalî û Bêrîvan Can ji ajansa me re axivîn û wiha gotin: “Wek Stiya Nexşan me şanoyê li dar xist. Me û ciwanan bi hev re xebat dan meşandin, li sînevîzyonê hat temaşekirin û wêneyên fermanê hatin daliqandin. Bi beşdariya dayikan û gelek mirovên din me ev şano û sînevîzyon li dar xist da ku fermana 2014’an neyê jibîrkirin û careke din ferman neyê serê civaka Êzidî. Hêviya me ew e ku keç û xortên Êzidî xwe perwerde bikin ji ber ku herî zêde li ser Êzidiyan ferman hatiye rakirin.”