Navendên vîze yên Tirkiyeyê li Îraq û herêma Kurdistanê hatin girtin

Piştî topbarankirina herêma geştiyariyê ya Zaxoyê ji aliyê dewleta Tirk ve ku hejmarek hemwelatiyên Ereb hatin kuştin bû sedemê nerazîbûnên hemwelatiyên Iraqê û navendên dayîna vîzeyên Tirkiyeyê li gelek bajaran hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk duh herêma geştiyariyê ya gundê Perex ê girêdayî Zaxoyê topbaran kir û 9 kes hatin kuştin û 23 kesên din jî bi giranî birîndar bûn ku xelkên rojavayê Iraqê bûn. Ev êrîşên dewleta Tirk bûn sedema nerazîbûnên berfireh ên hemwelatiyan, li Iraqê xwepêşandanê dest pê kir û navenda dayîna vîzeyên Tirkiyeyê li gelek bajaran hatin girtin.

Îro jî li Kerkûkê hemwelatiyan xwepêşandan li ber deriyê navenda dayîna vîzeyên Tirkiyeyê kir û di encamê de deriyê navendê hat girtin.

Her wiha li gelek bajarên Iraqê hemwelatiyan dest bi xwepêşandan û nerazîbûnan kirin û di encamê de sefaretxaneya dewleta Tirk a li Bexdayê hat girtin, ala dewleta Tirk anîn xwarê û her wiha navenda dayîna vîzeyên Tirkiyeyê jî hat girtin.

Her wiha ji ber metirsiyên xwepêşandanan û nerazîbûnên hemwelatiyan dewleta Tirk biryar da ku navendên xwe yên dayîna vîzeyan li bajarê Silêmanî bigre.