Li Şehbayê ji bo qedexekirina qada hewayî daxuyanî hay dayîn

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê ji bo piştgiriya kampanyaya qedexekirina qada hewayî ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Şehba - Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê piştgirî da kampanyaya xedexekirina qada hewayî ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê. Daxuyanî li wergaha Berxwedan a kantona Şehbayê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, Endamên sazî û meclisa Wargeha Berxwedan amede bûn. Daxuyanî ji aliyê  Rêveberiya Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîn ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta tirk a dagirker bi gefên xwe dijminatiya xwe ya li dijî ax û gelê Sûriyeyê bi taybetî gelê Kurd didomîne. Bi armanca dagirkirina zêdetir ji axa Sûriyeyê û wêrankirina herêmên mayî baragehên leşkerî ava dike û gefan li sivîlên ku bi darê zorê ji herêmên dagirkeriya Tirkiyeyê hatine koçberkirin û dûrxistina wan ji doza sereke ya ku nûnertiya berxwedanî, têkoşîn û rizgarkirina axê dikin. Hikumeta AKPʾê ya êrîşkarî ku rû bi rûyê krîzên navxweyî, aborî, demokratîk û derve ye, bi windakirina aliyê xwe yê terorîst ku DAIŞ’ê nûnertiya wê dike veguheriye dewleteke ku zagonên navneteweyî nas nake, bi destwerdana berdewam di kar û barên dewletên herêmê de û çandina nekokiyan di nav welatiyên wan dewletan de, piştgirî dide terorîzma navdewletî ya ku cîhanê tehdîd dike.

“Dagirkerî hewl dide heta Helebê biçe”

“Êrîşên li ser Til Rifet û Şehbayê tên wateya vekirina rê li ber dagirkirina Heleba ku paytexta aborî ya Sûriyeyê ye û hewldana Tirkiyeyê ji bo vejandina peymana milî tevî ku bibe sedema karesateke mirovî û koçberkirina zêdetirî  sed hezar  kesên ku  bi eslê xwe bi darê zorê ji axa xwe koçber bûne.

Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya navneteweyî û rêxistinên ku bi daxuyanî  û helwestên şermok ên ku ne  li gorî erkên li ser milê wan ên qanûnên navneteweyî razî ne, li gorî hesasiyeta qonaxê, nemaze ev gefên ku aştî û ewlehiya herêmê û navneteweyî dixin xeteriyê ne.”

Daxuyanî bi diruşmeya "Bijî berxwedana Efrîn û Şehbayê" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.