Navenda Tendirustiyê ya Miştenûrê xizmetê dide gel

Navenda Tendirustiyê ya Miştenûr li bajarê Kobanê ruxmê êrîşên dewleta tirk xizmeta xwe ya bê pere berdevam dike. Di navendê de ji bilî xizmetên dermankirinê, ji bo jinan û civakê jî agahiyan dide.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê –Navenda Tenduristiyê ya Miştenûrê ku di sala 2015’an de ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ve li Kantona Kobanê ya Herêma Firatê hat vekirin, xebatên xwe yên tenduristî û şêwirmendiyê bê pere didomîne. Bijîşka Pratîsyen Avîn Xelîl têkildarî xebatên navendê agahî da û got: “Navend di sala 2015’an de ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ya li herêmê û bi hevkariya rêxistinên tibî yên derve ve hatiye vekirin. Di destpêkê de ji ber hinek kêmasiyan xizmetên hêsan dihat dayîn. Piştre Komîteya tendirustiyê awahî mezin kir û hejmara xebatkaran zêde bû xebat xizmet jî li gorî vê hat firehkirin. Êdî pêwîst nema ku gel biçe heremên cîran.”

Der barê tendirustiyê de xebatên hişyariyê tê meşandin

Avîn Xelîl, da zanîn ku di navendê de beşa derzîlêdanê ya zarokan jî heye û diyar kir ku ji bo nexweşiya laşmanya beşeke taybet jî heye. Avîn Xelîl diyar kir ku li navendê de beşek ji bo tedawiya diyabete jî heye û wiha gotinên xwe berdevam kir: “Em xizmetên tibî û şêwirmendiyê ji bo jinên ducanî û bi giştî jinan pêşkêş dikin. Li ser plansaziya malbatê û rêbazên pêşîlêgirtina ducaniyê perwerdeya hişyariyê tê dayîn. Her wiha dezgeheke me ya piştgirî û rêberî ya derûnî jî heye ku ji du beşan pêk tê. Beşek kêmxwariniyê ji bo dermankirina zarokên ku mezinbûna wan kêm e dixebite.”

Avîn Xelîl da zanîn ku li navendê hejmara jinan ji ya mêran zêdetir e. Wiha pê de çû: “Ji bo nexweş û civakê der barê tendirustiyê de hişyarî didin. Avîn Xelîl der barê êrîşên dewleta Tirk jî wiha got: “Navenda me di 25’ê Kanûna 2023’an de ji aliye balafirên bêmirov ên dewleta tirk hat hedefgirtin. Ji ber êrîşan di gelek malzemeyên tibî de kêmasî çêbû. Ji ber vê yekê navenda me derveyî xizmetê ma. Hem ji bo xebatkaran hem jî ji bo gel em zehmetiyên cih dijîn. Ji ber êrîşan navend di xizmetdayînê de li paş dimîne. Ên ku tên navendê piranî jin, zarok û extiyar in. Her wiha ji bo ku em xizmetek baş bidin gel divê navend were firehkirin.”

'Em kêfxweş in ku ji bo hejmareke mezin xizmetê didin'

Hemşîre Lauren Abbou ya ku di navendê de dixebite got: “Ez di beşa jin û zarokan de kar dikim. Dermankirin bê pere tê dayîn. Em rojane xizmeta bi sedan kesan dikin ku piraniya wan jin û zarok in. Ji ber vê yekê, personelên tenduristiyê gelek zehmetiyan dikşînin. Em kêfxweş in ku xizmeta hejmareke wisa mezin dikin.”

'Min li ji klînîka jinan xizmeteke baş girt'

Yek ji nexweşên li navendê ji Kobanê Nadiya Ehmed Mihemed jî got: "Piraniya malbatan pirsgirêkên aborî dijîn û ji ber vê rewşê nikarin lêçûna dermanan bi dest bixin. Bi saya navenda tenduristiyê jin û zarok bê pere hatin dermankirin." Nadiya Ehmed Muhammed, diyar kir ku li navendê gelek pêdiviyên tenduristiyê tên bicihanîn û wiha bi dawî kir: "Hemû kes li navendê ne. Ji hemû şaxên tenduristiyê personelên tenduristiyê hene û di navendê de karên xwe dikin. Ez ê ji bo dermankirinê biçim beşa kardiyolojiyê."