‘Divê bi hevgirtin û yekitiyê em pêşî li qetilkirina jinan bigrin’

Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê Emsal Letîf behsa qetilkirina Feryal Silêman Xalid kir û got: “Divê em yekitiya xwe çêbikin, da ku bikaribin dawî li qetilkirin û hedefgirtina jinan binîn.”

TEWAR PÊNCEWÎN

Kerkûk- Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê ya Kerkûkê Emsal Letîf 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên Kurd pîroz kir û der barê Feryal Silêman Xalid de ku di 18’ê Çileyê de li Kerkûkê hate qetilkirin de wiha got: “Mixabin Feryal Silêman û bi hezaran jinên weke Feryal Silêman ku li kolan û taxan tên qetilkirin. Ji ber desthilatdar ji jinên jêhatî, çalak û bi îrade ditirsin, dijmin bi qetilkirinê dixwazin pêşî li serkfetina jinan bigrin.”

‘Bi yekitiya jinan wê qetilkirina jinan bi dawî bibe’

Emsal Letîf diyar kir ku li Kekrûkê rêxistinên jinan hewl didin yekitiya jinan bidin avakirin da ku rê li pêşiya hedefgirtina jinên têkoşer bigrin û ev tişt got: “Em dixwazin çalakî û civînan ji bo hedefgirtina jinan li dar bixin û rê li qetilkirina jinan li çar parçeyên Kurdistanê bigrin.”

Emsal Letîf weke jinek ji Kerkûkê ev peyam da jinan û got: “Peyama min ji bo jinan ew e ku yekitiya xwe çêbikin, da ku li dijî qetilkirina jinan derkevin û dawî li vê rewşê bînin. Bi yekitiyê wê dawî li qetilkirina jinan were. Armanca me bi çalakiyên jinan ew e ku em dawî li qetilkirina jinan bînin.”