Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava ji bo demokratîkbûna civakê dixebite

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava ya li herêma Qamişloyê hatiye avakirin; 4 sal in ji bo avakirina civakeke demokratîk lêkolînan dike.

ŞÎRÎN MIHEMED

Qamişlo – Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava di 12’ê Adara 2020’an de li herêma Qamişloya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Navend ji bo ku civakek li ser esasê neteweya demokratîk bi nirxên edalet û wekheviyê ava bike, xebatên xwe didomîne. Endama Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Yara Fattah, li ser armanc û xebatên navendê ji ajansa me re axivî.

‘Li ser pêşketinên dîrokî lêkolînan dike’

Yara Fattah diyar kir ku navend saziyeke serbixwe ya siyasî ye û armanca wê qezenc nîn e û da zanîn ku ji dema hatiye avakirin ve heta niha, zêdetir li ser civakên Kurdistanê, bi awayê taybet jî li ser pêşketinên dîrokî yên li erdnîgariya Rojava û Sûriyeyê lêkolînan dike. Yara Fattah diyar kir ku navend li ser mijarên cur be cur anketan çêdike û analîzan dike û wiha got: “Navenda semînerên navneteweyî û herêmî li dar dixe. Li Rojhilata Navîn û cîhanê bi beşên cur be cur ên siyasî re civînên stratejîk li dar dixe. Li gorî taybetmendiyên hemû civakan, neteweyan, olan û mezheban têkiliyên rêzdar çêdike. Navend forumên navneteweyî, rûniştinên diyalogê û xebatên atolyeyê li dar dixe. Komên lêkolînên yên girêdayî navendê, tevî analîzên xebatên civakî, siyasî û leşkerî, li ser mecraya dîjîtal jî xebatên xwe dişopîne.”

‘Armanc parastina mîrasa çandî ye’

Yara Fattah diyar kir ku navend ji bo gihîştina rastiyan jî piştgiriyê dide û da zanîn ku xebatên xwe di malpera fermî ya web û torên xwe yên dîjîtal de diweşîne, ji bo asta şiyariya kes û civakan baştir bike piştgiriyê dide. Yara Fattah bal kişand ku di xebatên navendê de girîngî ji beşdariya jinan re tê nîşandan û got ku armanca navendê ew e mîrasa çandî ya hemû civakan biparêze.

Yara Fattah da zanîn ku navend bi xebatên xwe hewl dide derdorê, berhemên dîrokî û ekolojiyê biparêze û wiha domand: “Mijarên ku tên hilbijartin, ji bo herêmê stratejîk in. Navend, xebatên arşîv, medya, têkilî, anket, werger, analîz jî di nav de di 7 beşan de xebatên xwe didomîne. Plansaziya xebatên xwe yên pêşerojê, ji bo biryarên pêwîst werin girtin, bi diyarkirina xebatên endamên xwe yên di her beşê de, ji bo xebat bê kêmasî werin kirin, her meh civînan li dar dixe.”

Yara Fattah got ku di bin banê navendê de kursên perwerdeyê vekirine û ji sê mehan carekê kovarek derdixin.