Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir

Ji bo hilbijartinên herêmî bajarên Kurdistanê jî tê de li 32 bajarî dengdayinê saet di 07.00'an de dest pê kir. Li bajarên dinê jî saet di 08.00'an de wê dengdayin dest pê bikê.

 Navenda Nûçeyan – Li tevahiya Tirkiyeyê bi milyonan hilbijêr ji bo hilbijartinên herêmî diçin ser sindoqan. Li gor saetên ji aliyê YSK'ê ve hatine diyarkirin li Kurdistanê dengdayin saet di 07.00'an de dest pê dikê û di 16.00'an de diqede,  li bajarên din jî di 08.00'an de dest pê dikê û di 17.00'an de jî diqede. 

Li gor biryara YSK'ê daye li Semsûr, Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Giresun, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Gumgum, Mêrdîn , Mûş, Ordu, Rize, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir, Kîlîs jî tê de wê li 32 bajarî dengdayin saet di 07.00'an de dest pê bikê.  

Li bajarên din wê welatî saet di 08.00'an de dest bi dengdayinê bike û wê dengdayin di 17.02’an de jî biqede. Wê hilbijêr bi agahiyên xwe yên nasnameyê dengê xwe bi kar bînin.  

Wê hilbijêr ji bo serokatiya şaredariya mezin, ji bo endamtiya meclîsa giştî ya bajêr, ji bo serokatiya şaredariyê, ji bo endamtiya meclîsa şaredariyê û ji bo keyatiyê dengê xwe bi kar bînin. Pûsûlayên dengdayinê bi rengên ji aliyê YSK'ê ve hatiye diyarkirin hatin amadekirin. Wê hilbijêr dengê xwe têxin zarfekê tenê û biavêjin sindoqan.