Navê ‘Bêrîtan’ bû sedema cezakirinê

Rojnameger Berîtan Canozer ku ji ber parvekirinên rojnameger "Berîtan Sarya" dihat darizandin, ji ber sedema nebûna kesek û parvekirinên wê ceza girt. Berîtan Canozer bi van gotinan bertek nîşanî ceza da: "Ew qebûl bikin nekin jî em rojnamevan in.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer, bi îdiaya "Bi riya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kirine" 3 sal û mehek û 5 roj cezayê girtîgehê hat dayîn. Dadgehê, ji Berîtan Canozer re ji ber parvekirinên dijîtal ên qebûl kir aîdê wê ye salek û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da, ji ber parvekirinên Bêrîtan Sarya ya ne aîdê wê jî salek û 3 meh cezayên girtîgehê da. Berîtan Canozer a got di tevahî pêvajoya darizandinê dadgehê di mijara parvekirin ne aîdê wê ye û ew kes ne bi xwe ye de nikarinê îqna bikin, da zanîn ku dadgeh ji du kesên cuda, du cezayên cuda dane wê.

Ji bo heman lêpirsînê hem nepoşandin hem jî ceza hat dayîn!

Berîtan Canozer diyar kir ku dema di meha Nîsanê de hatiye binçavkirin, parvekirinên “Berîtan Sarya” derxistinê pêşberî wê û ji parvekirinan berpirsyar hatiye dîtin, da zanîn ku rûxmê pir zelal diyar e ku Berîtan Sarya ne ew bi xwe ye jî di îfadeya xwe de ji ber wekheviya navan ji parvekirinan berpirsyar hatiye dîtin. Berîtan Canozer destnîşan kir ku tevî hatiye ragihandin Berîtan Sarya bi xwe li Rojava ye û li vir rojnamevanî dike û ev yek jî ji aliyê her kesî ve tê zanîn, da zanîn di vê pêvajoyê de piştî îfadeya dadgeh, bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî hatiye berdan.

'Ji ber parvekirinên ku ne yên min in ceza dan min’

Bêrîtan Canozer diyar kir ku piştî meha Nîsanê 5 meh şûnde jî bi heman sedemê hatiye binçavkirin, piştî gotine ku ew kes ne bi xwe ye hat berdan û dozgerî ji vê lêpirsînê re neşopandin da. Berîtan Canozer da zanîn ku tevî ji lêpirsîna bi heman sûcê hatiye destpêkirin re neşopandin hat dayîn jî lêpirsîna piştî binçavkirina meha Nîsanê hatiye destpêkirin berdewam dike û wiha axivî: “Nûçeyên ku em çêdikin, tiştên ku em parve dikin an jî em tinin ziman dê hin kesan rehetbike ke, ew qas li ser diseknîn. Ez di vê darizandinê de vê yekê dibînim ku ew bi israr dixwazin kesekî ku ne ez im, bibim ew kes. Ji bo bibim ew kes ferz bikartînin, nikarin îqna bikin û ji bo îqna nebin ferz dikin. Tu parvekirinên ku behs dikin ne aîdê min e. Ne tenê li ser Berîtan Sarya, parvekirinên rûpeleke din a bi navê Berîtan de jî di dosyaya min de cih digirt. Wê jî ji min pirsîn. Di encamê vê de jî cezayek li min hat dayîn. Ji bo ku min qebûl kir ez Berîtan Canozer im, ji bo ez Berîtan Canozer im cezayek din hat dayîn û ji bo ew bi xwe qebûl kirin ku ez Berîtan Sarya me jî der barê min de ceza dan. Ez ji bo du kesên cuda, du cezayên cuda girt.”

‘Ew qebûl bikin nekin jî em rojnamevan in’

Berîtan Canozer diyar kir ku ji ber rojnamevaniyê dikin ceza girtine lê li dijî van ceza û girtinan jî dê berpirsyariya pîşeyên xwe berdewam bikin, wiha got: “Ev ne cara ewile ku em ceza digrin, em nizanin dê bibe ya dawî an ne, lê em hêvî dikin ku dê bibe ya dawî. Lê belê dixwazim vê yekê bibêjim hem hevalên me yên ku di pêvajoya dawî de hatin binçavkirin û girtin hem jî di warê xwe de em rojnamevan in. Em rewabûna pîşeya xwe bawer in û em ê hilgirtina rûmeta vê pîşeyê berdewam bikin. Em bawer dikin ku em tiştekî rast dikin. Em ê ji bo nûçeyê lêkolîn kirina xwe bidomînin. Em ê ji bo kesekî naxwaze, dev je pêkanîna tiştê ku em bawer dikin bernadin. Ew qebûl bikin nekin jî, em rojnamevan in. Em tiştên ku rojnamevanek dike, dikin.”