‘YPJ dê ji bo rizgarkirina jinan her dem têbikoşe’

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed di Pengava Mirovî û Ewlehî de rizgarkirina 3 jinên Êzidî nirxand û got; “Heta jinek tenê jî di destên çeteyan de bimîne em ê xebatên xwe berdewam bikin û wan rizgar bikin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û QSD’ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê di 25’ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî li kampa Holê dan destpêkirin û piştî 24 rojan operasyon bi encam bû. Di encama operasyonê de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) sê keçên Êzidî yên bi navê Sewsen Hesen Heyder, Wefa Elî û Canê Heyder ji destên çeteyan rizgar kirin. Der barê rizgarkirina jinên Êzidî û radestkirina wan a Şengalê de, Berdevka Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed axivî.

‘Parastin bi qasî nan û avê ji mirov re pêwîst e’

Rûksen Mihemed behsa girîngiya parastinê kir û da zanîn ku bi qasî nan û avê girîng e lewre bi xweparastinê mirov dikare jiyana xwe bidomîne û wiha got; “Ji dîrokê bigire, heta niha jinên têkoşer, berxwedêr û afrîner, her dem rastî tundî û zordariyê hatine. Jinên têkoşer, bi çirûska 19’ê Tîrmehê re dikaribûn rabin ser piyan û hebûn û nasnameya xwe biparêzin. Bi şoreşa jinan re jin dikaribûn xwebûn, nasname, hebûn û vîna xwe ava bikin û biparêzin. Ger jin pergal û şoreşa xwe neparêzin dê bi hêsanî têk biçin û rastî êrîşên tunderew werin lewra ji bo ku destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên parastin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat avakirin. YPJ ne tenê hêzêke leşkerî ye, di heman demê de hêzeke bîrdozî ye. Bêyî parastinê tu civak nikare li ser piyan bisekine, parastin bi qasî nan, av û hewaya paqij ji mirovan re pêwîst e.”

‘Heta ku jinek bindest hebe dê YPJ tekoşîna xwe berdewam bike’

Rûksen Mihemed êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê Şengalê nirxand û bal kişand ser fermana ku li serê wan hatiye rakirin û wiha domand: “Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê yên tunderew bi desteka dewleta tirk, êrîşî Şengalê kirin ku gelê Şengalê ji vê êrîşî re dibêjin fermana 74’an. Ev êrîş armanca wê kûr bû, dixwestin koka dîrok, çand û hebûna Kurdên Êzidî yên resen bînin. Di sala 2014’an de ji bo ku gelê Şengalê ji destên çeteyan rizgar bibin şervanên, YPJ/YPG, gerîlayên YJA-STAR û HPG gelek hewldananan kirin û parastina Kurdên Êzidî ji xwe re erkek sereke û berpirsiyariyek mezin dîtin. Ev erka pîroz ji me dihat xwestin ji ber em jinan, kesên bindest û hemû kesên ku li azadiya xwe digerin diparêzin.”

‘Peydakirina jiyana azad û bi ewle ji bo jinan’

Rûksen Mihemed da zanîn ku Yekîneyên Parastina Jinê ji bo derfetên jiyana azad û bi ewle ji bo jinan dê her dem di nava tevgerê de bin, bal kişand ser Operasyona Mirovî û Ewlehî ku di wê operasyonê de 3 jinên Êzîdî rizgar kiribûn û wiha dirêjî da gotinên xwe; “Bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. Ev yek ji bo me êşek mezin bû. Em heta niha di nav têkoşînê de ne da ku jinên Êzidî yên heta niha çarenûsa wan ne diyar e, bibînin. Di Operasyona Ewlehî û Mirovî ya Kampa Holê ya li bajarê Hesekê de, 3 jinên Êzidî hatin rizgarkirin. Çeteyan wan jinan ji xwe re kiribûn kole û tundî li wan dikirin. Armanca me ya esasî û bingehîn ew e ku em jinên Êzidî yên heta niha di destên çeteyan de ne, rizgar bikin soza ku me daye Kurdên xwe yên Êzidî ev e; heta jinek jî di destên çeteyan de bimîne em ê xebatên xwe bikin û wan rizgar bikin.”

Rêxistinkirina jinên Êzidî piştî fermana 74’an

Rûksen Mihemed bal kişand ser êrişên dewleta tirk a dagirker a li dijî civaka Êzidî û jinên Şengalê û got; “Piştî fermana 74’an a ku li ser gelê Şengalê pêk hat û êrîşên hov bi taybetî ji aliyê dewlest tirk a dagirker ve êdî jinên Êzidî ji bo rêxistinkirina xwe û bidestxistina mafên xwe, rabûn ser piyan. Hêviya jiyana azad bi wan re mezin bû xurt bû. Her dem di warê pêşketina fikrî de jî berxwedaniyeke mezin hat kirin da ku bikaribin li hemberî her cure tundî û êrîşan bisekinin. Pêwîst e em weke jin li tevahî cîhanê bi hemû pêkhate û neteweyên ku em yekdest yekhelwest û nêrîn bin ji ber ku îro gelek siyasetên qirêj li ser jinan tên pêkanîn, ji bo ku doza jinan tune bikin. Ji bo me parastina jinan û di aliyê bîrdozî de rizgarkirina wan pir girîng e.”