‘Naskirina zimanê Kurdî nasîna Kurdan e'
Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî ya li Kobanê Ronîda Elî tekez kir ku ji bo mîsogerkirina mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de, girîng e ku nasname û zimanê wan ê dayîkê, her wiha mafên hemû pêkhateyan werin naskirin.

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Li gor rewşa heyî ya li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasê û kontrola desthilatdariyê ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ji hêla HTŞ'a cîhadîst ve, hewldanek berbiçav ji aliyê pêkhateyên ku bi salan e ji mafên xwe bêpar mane ve tê dîtin. Ev pêkhate hewl didin ku mafên xwe di destûra nû ya Sûriyeyê de mîsoger bikin û gelê Kurd jî pêşengiya van pêkhateyan dike.
Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî ya li bajarê Kobanêya kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronîda Elî, derbarê hewldanên Kurdan ên ji bo pêşxistina zimanê Kurdî de ji ajansa me re axivî. Ronîda tekez kir ku ji bo avakirina Sûriyeyek azad, demokratîk û nenavendî, divê hemû pêkhate û gelên li Sûriyeyê werin naskirin û divê destûra nû ya Sûriyeyê hemû nasname, ziman, etnîsîte û olan bipejirîne.
'Zimanê dayîkê dîrok û nasnameya gelan e'
Ronîda Elî da zanîn ku di siyaseta rêveberiya demkî de ji ya ku di bin rejîma berê de ku red dike mafên çandî bide pêkhateya Kurd, tiştek neguheriye û wiha got: "Ew serkeftin, destkeftî, nasname û zimanê gelê Kurd red dikin. Tiştê ku li Sûriyeyê diqewime, bi redkirina rêveberiya demkî ya qebûlkirina her garantiyek yasayî ji bo Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de, rastiya siyaseta dewletên serdest a li dijî gelan û kêmneteweyan nîşan dide. Tevî hemû êrîş, destdirêjî, komkujî û rêbazên qirkirinê ku gelê Kurd dîtiye, ew her riya berxwedanê hildibijêrin. Ji ber vê heta roja îro, gelê Kurd maf, nasname û zimanê xwe yê dayîkê, zimanê Kurdî ku wan temsîl dike û ji bo wan dîrok tê hesibandin, diparêze. Ziman dîrok û nasnameya gelan e, ji ber vê girîngiya wê pir mezin e. Dema ku hêzên serdest plan dikin ku her gel an pêkhateyekê ji holê rakin, ew êrîşî ziman û çanda wê dikin û bi vî awayî vî gelî ji holê radikin."
'Divê li Sûriyeyê zimanê Kurdî bê nasîn'
Ronîda Elî helwesta Kurdan a li Sûriyeyê li ser astengkirina her mîsogerkirina mafên wan a ji aliyê rêveberiya demkî ve, wiha got: "Em helwesta rêveberiya nû ya ku Kurdan ji destûrê derdixe û ziman, destkeftî û hêzên me nas nake, şermezar dikin. Lê gelê Kurd ji bo bidestxistina destkeftiyên ku îro daxwaz dike, şer kir û qurbaniyên mezin da. Ji ber vê em ê nehêlin ku destkeftiyên gelên herêmê werin dizîn. Divê zimanê me jî wek zimanê Erebî bê naskirin û ne tenê em, divê ev maf ji bo hemû pêkhateyên li Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî bê dayîn. Em aştî, demokrasî û avakirina Sûriyeyek azad û demokratîk ku her kesî hembêz bike, daxwaz dikin."
Bi parastina zimanê xwe em ê hebûn û nasnameya xwe nîşan bidin
Ronîda Elî da zanîn ku ji bo mîsgorkirina parastina zimanê dayîkê girîngî bi xebatê heye û got: "Da ku em bikaribin mafên xwe bixwazin û zimanê xwe di Sûriya nû de garantî bikin, berpirsiyariya me ye ku em pêşî wî biparêzin. Ji bo vê armancê, Saziya Zimanê Kurdî dest bi vekirina gelek perwerdeyan ji bo hemû komên temenî li taxan û bi riya komîn û encumenan li gund û bajaran kiriye û dersên zimanê Kurdî yên sê ast pêşkêş dike. Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê, em xwedî hêz û şiyana şerkirin û rawestana li hember otorîterîzmê ne. Me bi fedakariya kur û keçên gelê Kurd gelek serkeftin û destkeftî bi dest xistine. Em nahêlin ku êrîş li ser wan destkeftiyan bê kirin an jî ji gelê wan bên girtin. Ji ber vê em Kurd xwediyên maf in û em ê mafê xwe bixwazin."
'Bila rêveberiya demkî deriyên aştî û demokrasiyê veke'
Ronîda Elî diyar kir ku li gorî banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk, dem hatiye ku nîqaşên siyasî û diyalog bên kirin û nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Ji ber vê divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê şeran rawestîne û qonaxek aştî û demokrasiyê dest pê bike. Divê ji bo ku bi riya aştî, nîqaş û diyalogê Sûriyeyeke azad û demokratîk ava bike ku hemû pêkhateyan di nav xwe de bigire."