Namzedên hevşaredariyê li ber tirba Ehmedî Xanî soz dan

Namzedên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li pêşiya Turbeya Ehmedê Xanê bang kirin, “Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî” eşkere kirin û ev soz dan: “Ji bo Kurdî çi hewce bike em ê bikin.”

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), deklarasyona xwe ya têkildarî “Stratejî û Polîtîkayên Ziman û Çanda Kurdî” eşkere kir.

Deklarasyon li ber Turbeya Ehmedê Xanî ya li Bazîda Agiriyê bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin û namzedên hevşaredariyê yên DEM Partiyê tevli bûn. Namzed, bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevli daxuyaniyê bûn.

Beşdar ewil çûn serdana turbeya Ehmedê Xanî û piştre jî Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar axivî. Heval Dilbahar, wiha got: “Mixabin ku çand û zimanê kurdî di bin zexteke giran a hêzên mêtinger de ma. Lê belê têkoşîna gelê Kurd a 50 salên dawî, rê neda ziman û çanda Kurdî tune bibe.” Dilbahar, got ku yek ji qadên girîng ên ji bo têkoşîna zimanê dayikê jî rêveberiyên herêmî ne û wiha domand: “Em ê di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest bixin. Lewma em stratejiya ziman û çanda Kurdî eşkere dikin. Em îro li ser turbeya Ehmedê Xanî ne. Ew, parastvanê çand û zimanê Kurdî bû. Em îro li vir soz didin wî; em ê nehêlin zimanê me di bin lingên mêtingeran de bieciqe.”

Deklarasyon ji hêla namzeda hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ve hat xwendin.

Deklarasyon wiha ye:

“Zimanê Kurdî û çanda kurdewar du hêmanên bingehîn, xweser û jêneger ên neteweya Kurd in ku ji aliyê Kurdan ve wek hebûn, xwebûn, rûmet û nasnameyên neteweyî tên pênasekirin. Zimanê Kurdî û çanda kurdewar ji ber gelek sedeman hê jî di nava dorpêça tunehesibandin qedexekirin, pişaftin û jiholêrakirinê de ne. Her cureyê zext û êrişan li ser tê meşandin. Gelê Kurd bi salan e ji bo ziman û çanda xwe têkoşîneke bêhampe dimeşîne. Qadeke vê têkoşînê jî qada rêvebiriyên xwecihî ne.

Li Kurdistanê, erk û peywireke sereke ya rêveberiyên xwecihî, meşandina kar û xebatên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî û çand û nirxên kurdewar e. Divê bi taybetî em destnîşan bikin ku ji bo serkeftina xebatên zimanê Kurdî û çanda kurdewar, çawa ku pêwîst e li her qada jiyana civakî xebatên piralî bên meşandin, ji bo meşandina wan xebatan jî teqez divê ji serî heya binî em hemû hevşaredar, endamên meclisê, rêveber û xebatkarên şaredariyên me jî di nava kar û xebatên Kurdî û kurdewar de bin. 

‘Em ê bibin mîmarên zimanê Kurdî û çanda kurdewar’

Em wek namzedên hevşaradariyên Partiya DEMê û hemû endamên meclisên me, di çarçoveya rêvebiriyên xwecihî yên pirzimanî û pirçandî de, bi taybetî ji ber rastiya rewşa zimanê Kurdî û çanda kurdewar dê di hemû kar û xebatên xwe de zimanê Kurdî û çanda kurdewar di asta herî jor de esas bigrin, ji bo parastin û pêşvebirina wan a ji her milî ve, her dem û li her derê bi awayekî şênber, domdar, mayînde, afirîner û encamgir her dem kar û xebatên pêwîst bikin. Çawa ku nemir Ehmedê Xanî dibêje ‘Vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye’; em jî dê bibin mîmarên zimanê Kurdî û çanda kurdewar.

Xalên Deklarasyonê wiha ne:

* Berê her tiştî em ê di mijara zimanê Kurdî û çanda kurdewar de strateji, polîtîka, bername, plansazî û karnameyên xwe yên ji bo her qadê amade û diyar bikin; ji bo pêkanîna wan di asta herî jor de budçe, kadro û xebatkaran veqetînin; dê vê yekê bi raya giştî re parve bikin û ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be bikin.

* Li dijî kiryarên pişaftina li ser zimanê Kurdî û çanda kurdewar, em ê her dem, li her qadê û ji her milî ve, li gorî proje, bername û plansaziyên xwe yên demkurt, navîn û demdirêj çalaki û xebatên cur bi cur ên zimanê Kurdî û çanda kurdewar pêk bînin.

* Ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê em ê li gel hemû sazî dezgehên têkildar di nava têkoşîn û xebatên pêwîst ên domdar de bin.

* Ji bo meşandina hemû kar û xebatên Kurdî, bi Kurdî û kurdewarî, em ê di hemû şaredariyên me de Midûriyetên Parastin û Pêşvebirina Ziman û Çandê ava bikin.

* Ji hevşaredaran bigre heta endamên meclisê, rayedar, kadro, karmend, şêwirmend û hemû xebatkarên şaredariyan ji bo ku hişmendiya Kurdî bizanibin dê bên perwerdekirin; wek şerteke bingehîn teqez dê di asteke bilind de perwerdeya Kurdî bibînin; axaftin, xwendin û nivîsandinê di asta herî baş de hîn bibin, bizanibin.

* Materyalên ragihandinê yên şaredariyê yên weke ragihandin, bangawazî, malperên webê, rûpelên medyaya dijital, tabela, pano, afîş, daxuyanî, bangewazî, kar û xebatên rojane û hwd. ên fermî, girseyî û civakî dê di asta herî jor de bi zimanê Kurdî jî bin.

* Em ê li bin banê şaredariyê bulten, pirtûk, kovar, çavkanî û berhemên din ên Kurdî biweşînin.

* Ji xizmetên tenduristiyê heta kar û barên perwerdeyê, ji xizmetên civakî heta xizmetên çandî û aborî, ji xizmetên giştî heta xizmetên ji bo zarok, jin û hemû derdorên din ên civakê, hemû xizmetên şaredariyê dê di asta herî jor de bi Kurdî jî bin.

* Em ê navlêkirin û nasandina hemû cih û yekeyên şaredariyê, hemû alav û amûrên di bin sîwana şaredariyê de di heman demê de bikin Kurdî jî.

* Em ê navên gund, tax, bajarok, navçe, bajar û hemû cih, war, jîngeh, wargeh, zindî, heyber û tiştên bi Kurdî yên ku hatine guhertin dîsa bikin Kurdî û wisa bi kar bînin.

* Em ê qadên civakî yên hîndekarî û perwerdeya zimanê Kurdî û çanda kurdewar ên wekî kreş, pêşdibistan, dibistan, malên perwerdeyê û fêrgeh, malên dengbêjan, malên çîrokbêjan, malên lîstikan, pirtûkxane, xwendingeh, wêjegeh, çandgeh, hunergeh û hwd. ên Kurdî ava bikin; li van deran di serî de zarok, ciwan û jin bi hezaran kesan perwerde bikin.

* Em ê li gelek deran sazî, dezgeh û akademiyên dîrok, ziman, wêje, çand û hunerê yên Kurdî û kurdewar ên giştî û yên zarok, jin û ciwanan ava bikin; di heman demê de li van deran xebatên lêkolînerî, berhevkarî, tomarkarî, hîndekarî, perwerdekarî, nivîskarî, zimanzanî, wêjekarî, çand û hunermendiya Kurd û kurdewar bimeşînin; pêşengî û piştgiriya amadekirin û pêkanîna projeyên der barê wan de bikin.

* Em ê li her bajar, navçe, bajarok, tax, gund û jîngehên Kurdistanê ji bo serwerkirina hişmendî, hîndekarî û perwerdeya ziman, çand, wêje û hunera Kurdî û kurdewar hemû xebatên pêwîst bimeşînin, her cureyê bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin.

* Em ê di konseyên bajêr ên ku dê li ser bingeha temsîliyeta wekhev û demokratîk a kom û civatên xwedî ziman û çandên cuda bên avakirin de zimanê Kurdî di asta herî jor de bi kar bînin, bidin bikaranîn û bikin zimanekî sereke.

* Em ê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî, çanda kurdewar û hemû nirxên neteweya Kurd, li gel hemû sazî, dezgeh, platform, însiyatîf, sendîka, ode, weşanxane, karsaz, esnaf, konseya bajêr û derdorên din ên bajêr, navçe û bajarokan xebatên hevpar ên şênber bimeşînin; ji bo ku li her mal, xan, kolan û taxeke bajar û jîngehên me yên din zimanê K0urdî û çanda kurdewar serwer bibe çi pêwîst be em ê bikin.

* Em wek rêvebiriyên xwecihî yên gelê xwe, ji bo meşandina xebatên li jor me behs kir û gelek xebatên din ên parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî, çand, wêje û hunera Kurdî û kurdewar teqez bi biryar in, ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be em ê bikin; ev sozeke me ya sereke ye ji bo gelê me. Bêguman, em ê vê yekê jî bi gelê xwe re bikin û bi hev re bi ser bikevin.