Dîmenê otipsî yên Cem Garipoglu hat xwestin

Li ser îdiaya ku kujerê Munevver Karabulut Cem Garîpoglu li zindanê nemiriye doz hatibû vekirin. Serdozgeriya Komara Silivrî dîmenê otopsiyê yê kiryar xwest.

Navenda Nûçeyan – Munever Karabulut li Bahçeşehîr ya Stenbolê di roja 3’ê Adara 2009’an de, ji aliyê Cem Garipoglu ve bi awayek hovane hate qetilkirin. Bikujê Munever Karabulut, Cem Garipoglu piştî hate girtin 5 salan, di girtîgehê de întihar kir û jiyana xwe ji dest da. Bavê Munever Karabulut Sureyya Karabulut, îdîa kir ku Cem Garipoglu di girtîgehê de întihar nekiriye, reviyaye yan jî hatiye revandin û bi rêya parêzer Rezan Epozdemîr li Serdozgeriya Komara Silivrî giliyê sûc kir.

Doza derbarê vekirina gora Cem Garipoglu berdewam dike. Serdogeriya Komara Silivrî, ji Wezareta Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê xwest ku derbarê kar û barên otopsî de wêne û dimenên qeydkirî bişînin dozgeriyê. Piştî qeyd ji aliyê kesê bizanive hate lêkolînkirin, wê rapor were amadekirin. Li gora raporê wê biryar bidin ka wê gora Cem Garipoglu were vekirin yan na.