Namzedê hevşaredariya bajarê Hesekê eşkere bû

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star encamê pêşhilbijartinên namzedê hevşaredariya bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Hesekê – Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star encamê pêşhilbijartinên namzedê hevşaredariya bajarê mezin, bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Daxuyanî  bi zimanê Kurdî ji aliyê endama PYD’ê Remedan Fetah ve, bi zimanê Erebî ji aliyê rêveberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Mîdiya Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gorî bendên Hevpeymana civakî a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û amadekariyên ji bo hilbjartinên şaredariyan a 30’ê Gulanê di 17 ‘ê Nîsanê de tifaqek di navbera PYD’ê û Kongra Star de hate îlankirin. Li gorî wê Kongra Star hilbijartinên hevşaredariyan bi dawî kirin û namzeda jin derxistin. Îro jî wekî PYD’ê û Kongra Star me ji bo diyarkirina namzedê hevşaredariyê pêşhilbijartinek pêk anî. Pêşhilbijartinên me bi rengekî demokratîk hatin meşandin. Li gorî dengê ku hatin Macid Dewas Îsmaîl 816  deng kom kir. Em serkeftina wî pîroz dikin û em bi hêvî ne ku bi erk, wijdan û berpirsyariyek mezin karê xwe bimeşîne.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî “bi dawî bû.

Li gor pêşhilbijartinên Kongra Star a di 24’ê Nîsanê pêk hat, her wiha pêşhilbijartinên PYD’ê û Kongra Star ku îro hate kirin namzedên hevşaredariya bajarê Hesekê Enûd Bedir Xan Deqorî û Macid Dewas Îsmaîl e.