Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 87’an de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar, di roja 87'an de berdewam dike.

Enqere – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê de hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterên AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 87’emîn de didome. Şenyaşar nobeta xwe bi kurê xwe ê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar re domand.  

Çalakiya rûniştinê ya Sevînç Çakara kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatiye girtin û bi Emîne Şenyaşarê re rûdine, di roja 12’emîn de berdewam kir.