Nagîhan Akarsel hat bibîranîn

Li Başurê Kurdistanê jinan bi wesîleya 8’ê Adarê akademisyen û rojnameger Nagîhan Akarsel li cihê hatibû qetilkirin bibîranîn.

Navenda Nûçeyan-Endamên Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Kongra Star û dayikên laçik sipî,  akademisyen û rojnameger Nagîhan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’an de li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmanî ya Başurê Kurdistanê hatibû qetîlkirin bibîr anîn û qûrnefîl danîn cihê ku lê hatibû qetilkirin.

Di bernameyê de dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ hatin berzkirin û soza wê têkoşîna wê bê domandin hat dayîn.