‘Nagîhan Akarsel bû pira di navbera jinan û Jineolojiyeyê de’
Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Kobanê endama xwe Nagîhan Akarsel di 4’emîn salvegera şehadeta wê de bi çalakiyek bi bîr anî.
Kobanê – Rojnamevan û endama navenda Lêkolînên Jineolojî Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an li bajarê Silmaniyê, Başûrê Kurdistanê di dema ku xebat û lêkolînên li ser jineolojiyê de hat qetilkirin.
Îro di 4’emîn salvegera Nagîhan Akarsel de, navenda lêkolînên Jineolojî ya bajarê Kobanê li Meclîsa Malbatên Şehîdan çalakiya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de bi sedan jin, ciwan, nûnerên sazî û dezgehên bajar amade bûn.
Bîranînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre ji aliyê dayîkên şehîdan ve find li gel wêneyên Nagîhan Akarsel hatin pêxistin û paşê gelek axaftin hatin kirin.
‘Sekn, rêbaz û zanista xwe kir xizmeta jinan’
Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Sara Xelîl ku perwerdeya Jineolojî li gel Nagîhan Akarsel dîtiye, wiha axivî: “Şehîd Nagîhan jiyan, ked, zanist û afrîneriya xwe fedayî doza azadiya jin kir. Bi taybetî jî di projeya Rêber Apo ya Jineolojî de yekser ket nava xebatê û roleke diyarker lîst. Ji bo vê jî sekn, rêbaz û zanista wê di asta pêşengiyê de xwe dida der. Li ser vê riyê bi sedan jinên hêja ji aliyê pergala hegemon hatin qetilkirin lê ev yek nebû asteng ku jin têkoşîna xwe rawestînin. Berovajî wê îsrara me ya azadiyê mezintir bû, têkoşîna me xurtir bû.”
‘Em ê doza şehîd Nagîhan berdewam bikin’
Kordînasyona Kongra Star Xunav Xelîl jî wiha got: “Kombûna me ji bo bîranîna şehîdeke ku canê xwe fedayî azadiya jin û civakê kir cihê hurmetê ye. Cihê em lê dimînin û wêneyên li derdora me divê îsrara me mezintir bike û sozên me bi xwe re nû bike. 4 sal berê li Başûrê Kurdistanê hevala Nagîhan hat hedefgirtin. Bi vê yekê xwestin jinên azad û xwedî vîn, nivîskar û zanyaran asteng bikin û riya ber bi azadiyê ve tarî bikin. Şehîd Nagîhan di rêwîtiya xwe ya azadiyê de bû dengê têkoşîn û azarên jinan. Mîrateya ku me li ser piyan hîşt, vîna van şehîdan e ku bi bîrdoziya Rêber Apo hatiye bihêzkirin. Ev îrade her dem wê zindî be lewre em ê destkeftiyên xwe biparêzin û doza ku hevala Nagîhan destpê kir, berdewam bikin.”
‘Kilîta riya di navbera jinan û Jineolojiyê de bû’
Endama Akademiya Jineolojiyê Şehreza Osman bal kişand ser kesayet û keda Nagîhan Akaresel û got: “Di temenekî ciwan de di warê rastiya gelê Kurd û jinan hişyar bû. Di xeta xwe ya têkoşînê de azadiya jinan kir armanc. Ji ber vê jî rojnamevanî û mafnasiyê xist xizmeta heman armancê. Ji bo vê jî di xebata Jineolojiyê de yekser cihê xwe girt. Ji Bakurê Kurdistanê destpê kir û gihîşt hemû deverên Kurdistanê. Ew bû riya xwegihandina dilê hemû jinan û bû pira di navbera jinan û jineolojiyê de.”
‘Destkeftiyên me yên zanistî xwe dispêrin keda şehîd Nagîhan’
Şehreza Osman tekez kir ku ew ê meşa rêhevala xwe berdewam bikin û got: “Meşa ku ji Bakurê Kurdistanê destpê kir heta Rojava û Şengalê domiya, li Silêmaniyê bi dawî bû. Li wir pêşengiya avakirina pirtûkxaneya dîrok û arşîva jinên Kurd kir. Ger îro Jineolojî bûbe Îlham ji hemû jinan re ger di cîhana zanistê de hatibe qebûlkirin, li zanîngeh û fakulteyan weke beşeke zanistî hatibe pejirandin, ev xwe dispêrin keda hevala Nagîhan. Em ê jî weke rêhevalên wê, bi hêz û baweriyeke mezin ala wê bilind bikin, têkoşîna wan berdewam bikin û fikrên wan her dem zindî bihêlin.”
Di dawiya çalakiyê de kurtejiyan û keda Nagîhan Akarsel bi sînevîzyonek hat pêşkêşkirin, paşê jî ji aliyê mamoste û xwendekarên Zanîngeha Kobanê ve helbestên wê hatin xwendin.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmên “şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.