Mîhrîcana fîlmên jinan a Mexrîbê bi sempozyûma "Sînema û Civaka Sivîl" bi dawî bû
19’emîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Sale ya Navneteweyî ya li Mexrîbê bi merasîmekê bi dawî bû. Di çalakiyê de pirtûka li ser têkoşîna jinan hate nîqaşkirin, têkiliya di navbera sînema û civaka sivîl de hat nirxandin û fîlmên serketî hatin xelatkirin.
RECAA XEYRAT
Mexrîb – Duh li Mexrîbê, 19’emîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî bi sempozyûmek li ser "Civaka Sivîl û Sînema" bi dawî bû. Pirtûka "Wekheviya Di Navbera Mêr û Jinan de: Testa Jinan a li Mexrîbê”ya li ser lêkolînera Mexrîbî û pispora Neteweyên Yekbûyî Ayşe Belarbî jî hate pêşkêşkirin.
Li Mexrîbê cureyên pirjimar ên jinane
Wekî salên berê, Mîhrîcanê bi berdewamî berhemên nivîskarên jin ên Mexrîbê nîşan da. Di çarçoveya çalakiyên Mîhrîcanê de, civînek ji bo pêşkêşkirina pirtûka lêkolînera Mexrîbî, siyasetmedar û pispora Neteweyên Yekbûyî Ayşe Belarbî hat lidarxistin.
Pirtûk dîroka tevgera jinan li Mexrîbê vedikole. Ayşe Belarbî dibêje ku jin daxwaza sepandina prensîba wekheviyê dikin, li dijî hemû cureyên cudakariyê şer dikin û hewl didin ku bi peymanên navneteweyî re tevbigerin. Nifşên jin û mêran ên li pey hev beşdarî şekildana vê ramana jinane bûne ku tê hesibandin ku gelek destkeftî bi dest xistiye. Her wiha di dewama axaftina xwe de Ayşe Belerebî tekez kir ku "tiştekî tenê yê femînîzmê" tune ye û ne jî formuleke jinan a ku ji hêla Rojava ve hatiye ferzkirin heye. Ayşe axaftina xwe wiha domand: “Berovajî vê, cureyekî din ê femînîzmê ku jê re "femînîzma dewletê" tê gotin, bi îşaret bi tayînkirina jinekê wekî seroka hikûmetê tê kirin. ‘Femînîzma dewletê’ dema ku biryarên asta bilind têne girtin derdikeve holê û çarçoveya yasayî (destûra Mexrîbê) ku vê meylê xurt dike”.
Ayşe destnîşan kir ku di 10 salan de femînîstan karîbûn dengê xwe bidin bihîstin, pêşniyarên wan hatine nirxandin û gelek destpêşxeriyên wan hatine qebûlkirin. Ayeş wiha pêl da gotinên xwe: “Ev yek bûye sedem ku jinên Mexrîbê niheqiyên heyî û bingehên pergala baviksalar bipirsin. Bidestxistina wekheviyê hîn jî bi astengiyan tijî ye û rêya têkoşînê hewldanek dirêj û girîng hewce dike.”
‘Em dixwazin ku yasayên ku li gor me cudakariya li dijî jinan dikin, bên guhertin’
Ayşe Belerebî, rave kir ku pirtûk ji mafên mirovan û çalakvaniya wê ya siyasî derdikeve, ji bo prensîba wekheviyê parêzvanî dike û çandeke mafên mirovan bipêş dixe, her wiha şîrovekirina nivîsên olî bi awayekî ku bi pêşveçûna civakî re lihevhatî ye. Ayşe li ser yekdestdariya mêran a li ser desthilatdariyê ya di warên curbecur de rawestiya û wiha got: “Yekdestdariya ku di nav de siyaset jî heye. Em dixwazin ku yasayên ku li gor me cudakariya li dijî jinan dikin, bên guhertin. Ev yasa, rê li ber jinan digre û nahêle ku bighîjin meqamên biryardanê.”
Derbarê nebûna jinên çepgir a di ofîsa Serokwezîr de jî Ayşe wiha got: “Çepgir êdî giraniya xwe ya berê nagire, nemaze piştî kêmbûna wê ya dramatîk di hilbijartinên dawî yên yasadanînê de. Serokê niha yê hikûmetê divê bersiva daxwazên gelê Mexrîbê bide û guh bide hevkar û aliyên pêwendîdar ên curbecur.”
‘Sînema dikare bibe amûrek ji bo parastina mafên mirovan û dozên adilane’
Di mîhwerek din ku wek beşek ji çalakiyên Mîhrîcanê hat lidarxistin de, beşdaran tekezî li ser mijara "Sînema û Civaka Sivîl" kirin. Beşdaran bal kişandin ser têkiliya tevlihev a di navbera sînemayê de wekî formek hunerî ya afirîner û estetîkî û wekî kiryarek parêzvaniya sivîl, nemaze dema ku pirsgirêkên mirovî yên tevlihev têne çareserkirin. Beşdaran li hev kirin ku sînema dikare bibe amûrek ji bo parastina mafên mirovan û dozên adilane. Lê belê, pirsa ku wan raber kir ev bû: Gelo sînema pêwîst e ku mafên mirovan biparêze, an jî ew şêweyek hunerî ya afirîner û estetîk e ku divê ji mijarên ku çalakiya sivîl pêk tînin bê derxistin?
Beşdaran her wiha wêneyên stereotîpîk ên jinan ên ku di sînemayê û li ser ekranê de berdewam dikin û hişmendiya baviksalar a ku jinan kêm dike rolên kevneşopî, pirsî. Wan li ser belgefîlmên ku jinên ku dîroka Mexrîbê de şekil dane nîşan didin nîqaş kirin. Yên mîna Malîka El-Fassî ya ku yekane jina di 11’ê Çileya 1944’an de Manîfestoya Serxwebûnê îmze kir, bi tevlêbûna xwe ya zû di tevgera neteweyî de dihat nasîn. Ev fîlmê ku derhêneriya wî ji hêla derhênera Mexrîbî Leyla El-Trîkî ve hatiye kirin, çîroka çalakvan Fatna El-Bîh ku di sala 1977’an de li Derb Moulay Şerîf digel jinên din hate girtin, vedibêje. Girtiyên wê, ji bo bêmoralkirin û şermkirina wê, navê "Raşîd" lê kirin.
Beşdar gihîştin wê encamê ku sînema divê ne tenê wek şêweyek hunerî ya îfadeker, di heman demê de wekî pîşesaziyek bihêz a ku dikare pêşkeftinê bimeşîne jî were dîtin. Wan îdia kir ku tevî xwezaya xwe ya afirîner û estetîkî jî, sînema dikare bibe zimanekî bihêz û hevkarekî girîng ji bo civaka sivîl di parastina mafên mirovan û dozên adil de.
‘Koçberî’ xelata mezin a Mîhrîcanê qezenc kir
Di merasîma girtinê ku li Hollywood Sînemaya li Sale ya Mexrîbê hat lidarxistin de, xelat ji bo serketiyên pêşbirka fermî ya di kategoriyên fîlmên dirêj û belgefîlm de hatin dayîn. ‘Koçberî’ ku ji hêla derhênerê Siûdî Şahad Emîn ve derhêneriya wî hatiye kirin, Xelata Mezin a Mîhrîcanê qezenc kir. Di heman demê de "Malaga Street" ku ji hêla derhênera Mexrîbî Maryam Touzanî ve derhêneriya wî hatiye kirin, Xelata Juriyê girt. "Şana", ku ji hêla derhênera fransî Leyla Bennî ve derhêneriya wî hatiye kirin, Xelata Fîlma Yekem a Dirêj a Herî Baş qezenc kir.
Xeyriya Nazmî û Lamar Faden ku di fîlma ‘Koçberî’ ya derhêner Şahad Emîn de rol girtin, xelata Lîstikvana Herî Baş parve kirin. Patrick Yvonne xelata lîstikvanê herî baş ji bo rola xwe di fîlma Kanadayî ya derhêner Anne Amon "The Height of Everything" de girt. Xelata ‘Belgefîlma Herî Baş’ jî dan belgefîlma derhênera Mexrîbî Hind Bensarî "Out of School", ‘Derveyî Dibistanê’.