Mizgîn Xelîl: Sedsala 21’ê dê bibe sedsala azadiya jinan

Endama koordînasyona Kongra Star a Kobanê, Mizgîn Xelîl got ku ku pêwîst e baş bixebitin, ji bo destkeftiyan biparêzin û diyar kir ku sala 2023’yan wê bibe sala jinên Kurd û azadiyê.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Sala 2023’yan ji bo gelê Kurd û jinên Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn sala diyarkirina çarenûsa wan e, dîrok jî dê têkoşîna jinên Kurd û şoreşa Rojava û destkeftiyên wan binivîsîne. Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê ya Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Xelîl der barê karên jinan di sala 2022’yan de axivî. Mizgîn Xelîl got ku di sala 2022’yan de gelek serhildanên jinan di bin dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li dijî sîstemên hegemon rû dane û ji bo jinan bûye saleke cuda.

Sedsala azadiya jinan

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku wan bi gelek serkeftinan sala 2023’yan pêşwazî kirine û got ku di sala 2022’an de jinan gelek serkeftinan bidestxistine û wiha domand: “Rola jinan di şoreşa Rojava de esas bû, dema em vegerin salên berê, em ê bibînin ku di dîrokê de gelek serhildan û şoreşên Kurdan li dijî desthilatdar, kapîtalîzm û zordariyê hebûne lê piraniya wan têk çûne. Her şoreşek taybetiyên xwe yên cuda hene, şoreşa Rojava jî taybetiya wê ew e ku şoreşa jinan e bûye pêşeng bingeh ji bo serhildana Rojhilatê Kurdistanê. Rêber Apo gotibû ku sedsala 21’ê sedsala jinan e. Ev sedsal û ev sal, ji bo gelê Kurd û jinan xwedî girîngiyek taybet e. Jinan di şoreş, berxwedan û têkoşîna ji bo hebûn û nasnameya xwe de xwe îsbat kirine dê wan destkeftiyan jî biparêzin.

Dê têkoşîna azadiyê bidome

Mizgîn Xelîl bal kişand li ser têkoşîna hevpar a jinan a li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger bûye û got: “Îro em sekeftinek mezin a jinan li bakur rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn û hemû cîhanê dibînin ku dirûşma Jin Jiyan Azadî ji xwe re bingeh digrin. Ev ji bo me jî serkeftin e ji ber ku me yekitiya xwe ava kir li dijî koletiyê û em dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Em di pêkanîna yekrêziya jinên rastî tundîtûjiyê hatine de di cîhanê de bi ser ketin, têkoşîn û berxewedana me ji bo azadiya jinan dê berdewam bike.”

‘Nikarin ramanên Ocalan asteng bikin’

Mizgîn Xelîl bal lê kişand ku weke afirînerê felsefe û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin êrişa li dijî têkoşîna azadiya jinê ye û wiha domand: “Gelê Kurd rastî hemû êrîşan bi hemû rêbazên cuda û bikaranîna çekên giran û kîmawî tê. Rojane Herêmên Parastina Medyayê rastî êrîşên dagirkeriya Tirk tên. Di aliyekî din de jî hêzên serdest ku planên komployê li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anîne bi hemû şêwazan bi hedefgirtina jinan proje û ramanên Ocalan armanc digrin. Li pêş çavên hemû cîhanê Rêber Ocalan rastî gelek binpêkirin û tecrîda giran tê. Gelo kanê ew rêxistinên ku mafên mirovan diparêzin? Kanê yên rêxistina parastina mafên girtiyan? Ew rêxistin bi erkên xwe ranabin.”

‘Dê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ser bikeve’

Mizgîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand têkoşîna jinan a li her çar aliyê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê meşandin û got: “Tehdîdek cidî li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan heye divê hemû gelên bi ramanên wî bawer daxwaza rizgarkirina wî bikin. Sala 2023’yan dê bibe sala jinên Kurd û azadiya wan. Em ê bigihîjin azadiya xwe û bi dirûşma Jin Jiyan Azadî em ê koletî, zordarî, desthilatdarî û tecrîda Îmraliyê têk bibin.”