‘Jinên siyasetmedar ezmûna xwe ji têkoşîna Sakine Cansiz girtin’

Endama parlamantoya berê ya YNK’ê Mihabad Heme Emîn der barê komkujiya Parîsê ya ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin de axivî got ku xebata Sakîne Cansiz ji bo jinan, bandor li ser hemû siyasetê dike.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Pêşenga tevgera azadiyê Sakine Cansiz (Sara) û rêhevalên wê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi nêzbûna salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê re, di 23’ê Kanûnê de li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişek çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Aburrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. 

Endam û desteya rêveberiya Rêxistina Tora Hevbeş û endama parlamentoya berê ya YNK’ê Mihabat Heme Emîn der barê komkujiya yekem û dûyem ya ku jinên pêşeng kiriye hedef û giringiya jinên siyasetmedar de wiha got: “Niha jin li gorî salên bûrî zêdetir bejdarî partiyên siyasî dibin û xwedî rol in, ji ber jin hewla beşdarbûna di qada siyaset de didin û dibin pêşengên civakê ji ber vê yekê hertim dibe hedefa dagirkeran.”

‘Ji dîrokê heta niha jinên têkoşer ên Kurd dibin hedef’

Mihabad Heme Emîn di berdewamiya axaftina xwe wiha got: “Weke jinek siyasetmedar ji bo bihêzkirina rola jinan di tevahiya siyasetê de di nava partiyan de kar dikin. Lê belê jinên ku hewl didin di aliyê siyasî de kar bikin û dibin pêşeng, tên hedefgirtin û qetilkirin. Mihabad Heme Emîn wiha axaftina xwe domand: “Ji dîrokê heta niha bi dehan jinên Kurd ên têkoşer bûne hedef û hatine qetilkirin. Yek ji wan jinan jî Sakîne Cansiz bû ku tevahî jiyana xwe dabû ber têkoşîn û doza Kurd, l gel du hevalên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylema bûn hedefa dijmin û hatin qetilkirin.”

‘Divê jin li ser riya Sakine Cansiz bimeşin’

Mihabad Heme Emîn weke jinek siyasetmedar bang li hemû jinên di nava karên siyasî de kir û got: “Divê jin di nava siyasetê de hişyar bin. Divê jin bi giştî û jinên siyasetmedar bi taybet rêya jina têkoşer Sakîne Cansiz bimeşin û ji bo temamkirina vê têkoşînê xebat bidin meşandin. Dijimin tehemula jinên pêşeng nakin, çavên xwe berdane ser wan da ku rê li ber têkoşîna wan bigrin û bidin sekinandin. Lê belê qetilkirin û rêgirtin nabe sedema sekinandina jinan, berovajî wê jinên siyasetmedar bi van hewldanan ji bo bingeha azadiya civakê zêdetir bikin li ser têkoşîna xwe bi israr in.”