Mîhrîcana şanoyê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
Mîhrîcana şano ya şehîd Yekta Herekol ku di 27'ê Sibatê bi dirûşma "Qêrîna Waşûkanî" destpêkiribû, bi belavkirina xelatan bi dawî bû.
Qamişlo – Mîhrîcana şano ya şehîd Yekta Herekol ku di 27'ê Sibatê de bi dirûşma "Qêrîna Waşûkanî" bi beşdarbûna 9 komên şanoyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navenda çand û hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hatibû destpêkirin, bi belavkirina xelatan bi dawî bû.
Ji aliyê Koma Afrînerên Hêviyê ya Şehba şanoya bi navê "Xeyal" hat pêşkêş kirin. Her wiha Koma Şano ya Reqa şanoya bi navê "Kerekoz û iwaz" pêşkêş kirin. Paşê sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Yekta Herekol hate pêşandan. Hunermend Rodî Aydil û Danîş Botin bi stranên xwe coş dan şanoyê. Spasname û xelat ji aliyê komîteya amadekar ve li ser komên şano û şanogerên ku beşdarbûne hatin belav kirin.
"Giyanên Şewitî"
Koma şano kesên ku xelat wergirtine navê wan wiha ne: Baştirîn naveroka şano, şanoya bi navê "Giyanên Şewitî" ya koma lêlûn a bajarê Qamişlo bi ser ket. Baştirîn sinografiya şanoya bi navê "Aşitî di baskên civîkan de ye" Koma Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişlo bi ser ket. Baştirîn şanoya bi navê "Qaim El-Meqam" a bajaroka Rimelan a girêdayî Kantona Qamişlo bi ser ket. Her wiha Hêvîdar Sadûn xelata baştirîn lîstikvana yekem wergirt.
Baştirîn lîstikvana jin di mîhrîcana şano de
Şanoger Hêvîdar Şêx Sadûn ku di baştirîn lîstîkvanê de yekem derket nêrîna xwe wiha parve kir: "Ez wek şangoreke jin vê serkeftinê li tevahî jinan pîroz dikim. Me di mîhrîcana şanoya 5'emîn de şanoya bi navê "Venasîn" pêşkêş kir. Di şanoyê de me rastiya civaka me dijî parve kir. Rola min di şanoyê de wek jinek ku mafê wê di nava civakê de ji mafê xwe bê par dimîne û ji zaroktoya xwe de bê moral dimîne û di riya zewaca bi temen biçûk tê şikenandin bû. Armanca me ji vê şanoyê jî ew bû ku em êdî ji vê astê derkevin û em wek jin di nava tevahî civakan de xwedî rol û îradeyek mezin bin. Îro jî bi moraleke mezin em gihiştin roja dawî ji mîhrîcanê. Min xelata yekemîn lîstokvana jin wergirt, bi vê yekê ez pir kêfxweş bûm. Serkeftina min serkeftina hemû jinan e."
Mîhrîcan bi gerandina govendê bi dawî bû.