“Bi rihê tekoşîna jinên ciwan em ê rizgariya Rêber Apo misoger bikin”
Bi armanca rakirina tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dirûşmeya "Em dibêjin ji tecrîdê re na" Tevgera Jinên Ciwan ya Herêma Efrînê li gundê Maratê yê Şehbayê meşiyan.
ŞEHBA- Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê Bi armanca rakirina tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî li darxistin. Meş ji qada gundê Maratê yê Şehbayê bi tevlîbûneke girseyî ji jinên ciwan despêkir û li parka navenda navçeya Ehdas li Şehbayê rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa "Em dibêjin ji tecrîdê re na" hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, daxuyanî hate dayin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Rûslîn Abdulhemîd ve hate xwendin wiha têde hate gotin: “Dema hêzên hegomonîk komploye navnetewî li ser Rêber Apo dane meşandin, di wê baweriyê de bûn ku dê tevgera me tune bikin û felsefeya azadiyê vala derbixin. Fikir û felsefeya demokrasiyê ya Rêber Apo pêşkêşkiriye ji bo hemû cîhanê weke kilîta çaresriyê ye. Rêber Apo hêza çareseriyê ye, ji lewra heya niha di bin tecrîdeke giran de ye, her tevlîheviyan derdixin û hevdîtinê bi rêber Apo re qut dikin.
Em weke Jinên Ciwan soza bilindkirina têkoşînê dide û tekez dikin ku bi rêya têkoşîn û berxwedanê wê rizgariya Rêber Apo ji Îmraliyê misoger bibe."
Meş bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.