DFG’ê Nagîhan Akarsel bibîr anî
DFG’ê bi daxuyaniyekê rojnamevan û endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi bîr anî û banga eşkerekirin û darizandina kiryaran hate kirin.
Naveda Nûçeyan – Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi munasebeta salvegera qetlkirina endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî eşkeranekirina kiryaran hat dayîn û wiha hate gotin: “Di vê salê de jî em weke hevrê û peyrewên wê banga eşkerakirin û darizandina kiryarên rast dubare dikin.”
‘Ji bo bi milyonan jinan dibe rê’
Di daxuyaniyê de ev tişt hat ser ziman: “Di 4’emîn salvegera mirina wê de em yek ji pêşengên Çapemeniya Azad Nagîhan Akarsel bi rêz, hezkirin û hesrateke kûr bi bîr tînin. Têkoşîna azadiyê ku Nagîhan Akarsel a ku digot 'Ez serhatîperest im, cih nagirim' di xwe de dest pê kiribû, îro ji bo bi milyonan jinan dibe rê. Jin, rojnamevanên ku şopdarên wê ne û xwendekarên ku jê ders wergirtine, xeyalên Nagîhan Akarsel di têkoşîna azadiya jinê de zindî dihêlin. Pênûsa Nagîhan Akarselê di hemû astên çapemeniya azad de nivîsandina xwe didomîne. Em careke din soza xwe nû dikin ku mîras û xeyalên ku Nagîhan Akarsel ji me re hiştine, zindî bihêlin.”