Mîhrîcana ‘FIBDA’ ya Cezayîrê mîrata çandî dighîne zarokan

18'emîn a mîhrîcana komîk a ‘FIBDA’ ya li Cezayîrê, mîrata çandî û çîrokên gelêrî ronî dike da ku wan bi hevberkirina xêzkirinê bi peyvan re pêşkêşî zarokan bike.

NECWA RAHIM

Cezayîr – 18'emîn Mîhrîcana Komîk a Navneteweyî ya Cezayîrê (FIBDA) ku li Cezayîrê di 1'ê Cotmehê de dest pê kir, îro bi dawî dibe.

Mîhrîcana îsal bi dirûşmeya "Romana grafîkî, cihê hevdîtina wêne û peyvan" bi beşdariya hunermend û afirînerên ku nûnertiya 13 welatan dikin, tê lidarxistin. Di vê mîhrîcanê de hewl dide ku qadeke înteraktîf biafirîne ku çîrokbêjiya dîtbarî û vegotinî bi hev re bike yek. Çîrokên bîranîn û mîrata çandî ya Cezayîrê ronî bike û wan bi awayekî hunerî û balkêş pêşkêşî raya giştî bike.

'Gotin û wêne şiyanek mezin didin çîrokbêjiyê'

Rêvebira kovara "Ghamida" Necat Belabas girîngiya beşdariya zarokan di çalakiyên mîhrîcanê de tekez kir û destnîşan kir ku xêzên çîrokan rêbazek bi bandor in ji bo nêzîkkirina nifşên ciwan bi mîrata çandî û çîrokên dîrokî yên mîrasgirtî. Necat dibêje: "Têkiliya gotin û wêneyan şiyanek mezintir dide çîrokbêjiyê da ku bi rêya zimanekî dîtbarî ku xeyal û cîhana wî teqlîd dike, bikeve hişmendiya zarok."

Rola dapîran di veguhestina mîratê de girîng e

Nivîskar û hunermend Buşra Muxtarî girîngiya şehrezayî û ezmûna dapîran wek stûnek bingehîn di bîra çandî û malbatî de destnîşan kir. Buşra tekez kir ku çîrokên mîratgirtî ne ji bo şahiyê ne, lê ji bo veguhestina ezmûnên zanînî û jiyanê yên mezinan amûrek ava kirine.

Buşra Muxtarî bal kişand ser rola girîng a dapîran di veguhestina vê mîratê de ya bi devkî ya ji bo parastina şehrezayî û ezmûnan di nav malbatê de. Buşra got: "Ev vîzyon bi felsefeya mîhrîcanê re têkildar e, ji ber ku ew beşdarî veguherandina mîrata devkî bo vegotinên nîgarkirî dibe, di ji nû ve pêşkêşkirina vê bîranînê de di formateke hunerî ya hemdem de ku wêne û peyvan bi hev re dike yek û berdewamiya wê di nav çanda nûjen de misoger dikin.”

Mîhrîcan pîvanek navneteweyî ye

Mîhrîcana Navneteweyî ya Komîkên Cezayîrê (FIBDA) çalakiyek çandî û hunerî ya salane ya girîng e ku ji bo komîk û romanên grafîkî hatiye veqetandin. Mîhrîcan wek pîvanek navneteweyî di "hunera nehan" de tê hesibandin, ku wênesaz û nivîskarên profesyonel û amator ji Cezayîr û ji çar aliyên cîhanê tîne ba hev.