Mîhrîcana 4’ê Nîsanê di roja duyemîn de bi coşek mezin didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) 16’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê di roja duyemîn de bi coşek mezin didome.

Mexmûr - Bi boneya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê ango rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal li wargeha penaberan a Mexmûrê ji aliyê Qada Perwerdê ve Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê tê lidarxistin. 16’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşê di meha Sibatê de bi turnovaya futbolê destpê kir. Mîhrîcan îro jî bi pêşbirkên werzîşî didome.

Xwendekarên dibistanên wargehê bi awayek fermî hatin saha futbolê. Di nav sahê de komên govendan yên dibistanên seretayî bi cilên xwe yên govendê di nava sahê de govend gerandin.

Pêşbirkên werzîşî yên weke bezên 100 metre, 400 metre û maraton, bisiklêt, bilind avêtin û dirêj avêtin pêkhatin. Her wiha xwendekarên ku di pêşbirkan de pileyên yekemîn, duyemîn û sêyemîn girtin hatin xelat kirin.