Li peravên Tayvanê li pey hev erdejên bi pileya 7,4 û 6,4’an

Li peravên Tayvanê, li pey hev du erdhejên bi pileyên 7,4 û 6,4’an pêk hat. Rayedaran, diyar kirin ku erdheja bi pileya 7,4’an, li Tayvanê erheja hêri xurt a 25 salên dawî ye.

Navenda Nûçeyan – Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) ragihand ku 18 kîlometrayan başûrê bajarê Hualien’ê ya li peravên rojhilatê Tayvanê bi pileya 7,4’an erdhejek çêbû. Hate diyarkirin ku ji ber erdheja ku 34,8 kîlometre di bin erdê de pêk hat, hin avahiyên li herêmê hilweşiyane. Hate ragihandin ku di erdhejê de 4 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne.

Erdheja duyemîn bi pileya 6,4 pêk hat

USGS’ê, ragihand ku piştî erdheja ewil di nava 20 deqeyan da 11 kîlometre bakurê rojhilatê bajarê Hualienê bi kûrahiya 12,6 kîlometreyan, erdheja duyemîn a bi pileya 6,4’an pêkhatiye. 

Ji bo Japonya û Fîlîpînan hişyarî

Ji ber erdheja çêbûye li hin herêmên çiyayî hezaz çêbû. Li Japonyaya ku dikeve aliyê bakurê Tayvanê jî hişyariya tsunamiyê hate kirin û tê payîn ku dê pelên avê nêzî 3 metreyan bilind bibin. Li Flipînlerê jî hişyariya tsunamiyê hate kirin û ji welatiyan hat xwestin ku biçin herêmên bilindtir. Lê belê Naveda Hişyariya Tsunamiyê ya Deryaya Mezin 2 saet piştre ragihand ku taluke derbas bûye.

Di îlona sala 1999’an de li Tayvanê bi pileya 7,6 erdhejek çêbûbû. Di erdhejê de 2 hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 5 hezar avahî jî hilweşiyabûn.