Li Tirkiyê hilbijartinên serokkomariyê ji bo tûra dûyem ma

Li Tirkiye û Kurdistanê hilbijartina dîrokî ya serokkomarî û parlementoya giştî 1 milyon û 30 hezar û 810 dengên ne derbazdar hatin hêjmartin. Di tûra yekem ya hilbijartinê de 3 namzetên serokkomariyê dengên têrker negirtin.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hilbijartina dîrokî ya serokkomarî û dema 28’an ya parlementoya giştî duh hat kirin. Li gora encamên ne fermî, hêjmara giştî ya hilbêjêran ji 64 milyon 190 hezar 651 pêktê, rêjeya hêjmara ku deng bi karanîne ji sedan 85.89 bûn.

Nêzî 1 milyon û 30 hezar deng ne derbazdar bûn 

Di hilbijartina ku 55 milyon 130 hezar û 604 hilbêjêran deng bi karanîn, 54 milyon 117 hezar û 666 deng derbazdar û 1 milyon 30 hezar û 810 dengên ne derbazdar hate hijmartin. 

Di tûra yekem de 3 namzetan dengên têrker negirtin

Di tûra yekem ye hilbijartinê de 3 namzetên serokkomariyê negihan rêjeya dengan ya têrker ji sedan 50’ê zêde 1. Li gora daxuyaniya dawî ya Lêjneya bilind a Hilbijartinê (YSK); Namzetê tifaqa Cumhur yê AKP’ê Receb Tayîp Erdoxan ji sedan 49,36, nemzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedan 44,99, namzetê tifaqa Ata Sinan Ogan ji sedan 5,21 deng girtin.

Tora dûyem di 29’ê Gulanê de ye

Li gora teqwîma Hilbijartina YSK: Tora dûem wê di 28’ê Gulanê de were kirin, wê ji 15’ê Gulanê ve wê dema propagandayên namzetên serokkomariyê ên ku mayîne tora dûem destpê bike. Biryara lêjneya sindoqan û li dijî girtînekan li lêjneyên nafçeyan îtarazên ku werin kirin dema wê heman roj wê di saet 17:00’an de bi dawî bibe û wê lêjneya hilbijartinê ya navçeyan herî dereneg heta saet 23:59’an bigihin biryarê.

Di 16’ê Gulanê de biryara lêjneya hilbijartina navçeyan û li dijî bi girtinekên re bûne yek û dema itiraza hilbijartinên bajarok wê heta saet 17:00’an de bi dawî bibe. Îtirazên ku hatine kirin wê lîjneya hilbijartina bajarokan herî derneg heta saet 23:59’an biryar bidin.

Encamên herî dawî wê di 19’ê Gulanê de were aşkerekirin

  Wê encamên herî dawî di 19’ê Gulanê de ji aliyê YSK ve di rojnameya fermî, radyo û televizyonan de were weşandin.

Wê di 20’ê Gulanê de li deriyê gumrikan kar û barên dengdayîna derveyî welat destpê bike û wê di 24’ê Gulanê de bi dawî bibe. 

Tifaqa Cumhur 321 wekil derxist

Li gora hilbijartina wekilan ya giştî: Tifaqa Cumhur rêjeya ji sedan 49,32 deng girt, 321 wekîl derxist. Dabeşkirian wekilan li gora partiyan wihaye; rêjeya ji sedan 35,43 dengan AKP 266, ji sedan 10,05 MHP 50, ji sedan 2,84 YRP 5 wekîl derxistin.  

Rêjeya dengên Tifaqa Milet ji sedî 35.17 e

Tifaqa Milet rêjeya denagan ji sedan 35.17 girt û 213 wekîl derxist. CHP  ya ku di Tifaqa Milet de cih digre rêjeya ji sedan 25,4 deng girt 169 wekîl, Partiya ÎYÎ ji sedan 9,78 44 wekîl derxist.

Tifaqa Ked û Azadiyê 66 wekîl derxist

Tifaqa Ked û Azadiyê rêjeya ji sedan 10.52’ê dengan girt, 66 wekîl derxist. Partiya Çep a Kes ya ku di Tifaqa Kes û Azadiyê de cih girtî rêjeya ji sedan 8.79 deng girt 62 wekîl, TÎP ji sedan 1.73 4 wekîl derxist.