Meleyek li Meşhedê got ku li dengê jinan guhdarî nekin!

Li Îranê bi hatina meha Adarê re vegotinên zayendparêz ên li hemberî hunermendên jin zêdetir bû. Mele-nûnerekê Hamaneyê yê li Meşhedê di weazê xwe de anî ziman ku guhdarkirina li dengê jinan hemwateya ‘tecawizê’ ye.

Meleyek li Meşhedê got ku li dengê jinan guhdarî nekin!

Navenda Nûçeyan – Li Îranê kesên sereke yên dijberiya jinan dikin kesên oldar in. Meleyên Îranê yên ji polîtîkayê heyanî jiyana civakî û hunerê li hemberî daxwaz û hebûnên jinan nav qadên jiyanê de helwest nîşan didin, niha jî di weazê xwe de tînin ziman ku divê li dengê hunermendên jin neyê guhdarkirin.

Nûnerê Hamaney ê li Meşhedê Ahmed Alem El Huda bi gotina ‘tiştên ku zewq dide bingeha bêexlaqiyê ye’ weaz da ku muzîk amûreke hedonîst e û divê li dengê jinan jî neyê guhdarkirin. Meleyê ku got ‘ji derveyî têkiliya zayendî mêzekirina rûyê jinekê, guhdarkirina dengê wê tecawiz e’ tenê yek ji wan kesan e ku jinan hedef digre.

Teşkîlata Propagandaya Îslamî ya Îranê di meha Remezanê de ji bo li parkan, dibistan û navendên rehabîlîtasyonê weazê bidin 7 hezar ‘nûnerên xwe yên olî’ erkdar kir.