Li Zaningeha Tehranê ferzkirina sergirtinê
Zanîngehên Îranê car din hatin vekirin lê ferzkirina sergirtinê berdewam dike û gef hat xwarin ku di rewşa bi cih neanîna vê ferzkirinê de dê kartê wan ên zaningehê paş de were girtin.
Navenda Nûçeyan – Ferzkirina sergirtinê bi vebûna zaningehên Îranê cardin ket rojevê.
li ber deriyên dibistanan gef li Xwendevanên Zaningeha Tehranê hat xwarin. Jinên ku di destpêka sala nû ya akademiyê de dema ku diçûn dibistanê ji aliyê erkdarên ewlehiyê ve hatin hişyarkirin, rastî gefxwarinê hatin ku ger ev ferzkirina sergirtinê neyê bicih anîn dê kartên wan ên zaningehê ji wan bê girtin.
Her wiha hat destnîşankirin ku li zaningehan ji bo xwendevanên ku ji derveyî seatên ketina leyliyan werin dê cezayên giran were pêkanîn, rûxmê zewicî ne jî kesên ku 48 seatan venagerin wê ji leyliyan bên avêtin.