‘Meclîsa Perwerdeya Jin civakek exlaqî û polîtîk ava dike’

Meclîsa Perwerdeya Jin a li ser bingehê pergala Netewa Demkratîk kar û xebatên perwerdehiyê bipêş dixe, 2’yemîn konferansa xwe lidar xist.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Rêxistina Kongra Star a bi 12 komîteyên li ser bingehê Netewa Demokratîk xwe birêxistin kiriye di vê pêvajoyê de ji bo her komîteyan konferansên xwe yên dû salan li dar dixe û xwe ji bo kongra giştî amade dike. Duh jî li Hola Serdem bi beşdarbûna 300 delegeyên ji Endam û Rêveberên Komîteyên Perwerdê, KPC, Hêza Cewherî, MSD, Partiya Sûriya Pêşerojê, Jineolojî, Akademiyên Civaka Demokratîk, YPJ, Kongra Star, Rêveberiya Xweser, Saziyên Civaka sivîl, bi dirûşma “Bi parastina zanista jina azad, em ê Ronesansa civaka demokratîk pêş bixin” Konferansa 2’yemîn a Meclîsa Perwerdeya Jin a Kongra Star hat lidarxistin.

Meclîsa perwerdeya Jin a bi hatina gel hev a hemû komîte û saziyên jinan ên girêdayî perwerdê ava dibe, bi armanca guhartin û veguhartina hişmendiyê û avakirina civaka exlaqî û polîtîk a li ser bingehê pergala Netewa Demokratîk kar û xebatên xwe dimeşîne, di sala 2020’an de yekemîn konferansa xwe lidar xist. Komîteya ku di koordînasyona wê de 27 kesan cih digrin, bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 5 akademiyên navendî xwe birêxistin kiriye, her wiha di van dû salan de 7 hezar û 636 semîneran, 155 dewreyên akademiyan birêxistin kir û 10 komxebatên li ser perwerdê lidar xistiye.

Konferasa bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, bi axaftina vekirinê û paşê nirxandinên girîng ên li ser kar û xebatên hatine meşandin dom kir.

Riya çareseriyê zanista jinê ye

Ji bo axaftina vekirinê li ser navê Meclisa Perwerdeya Jin a Kongra Star Medya Mihemed axivî. Medya Mihemed a diyar kir ku bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destanên dîrokî tên nivîsandin û jiyankirin ku yek jê li tevahî cîhanê belavbûna dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ye û destnîşan kir ku ji ber her kes hebûna xwe di vê felsefe û dirûşmê de dibîne di asta gerdûnî de xwedî derketina vê çêdibe.

Medya Mihemed a bal kişand li ser şêweyê perwerdê ya mêr-dewletê ku hişmendiya xwe ya desthilatê bi riya perwerdeyên xwe li ser jinan û civakê ferz dike, destnîşan kir ku hêzên desthilatdar bûye sedem ku di nav civakê de aloziyên pir kûr bên jiyîn û wiha domand; “Ji lewra di riya perwerdê de li ser bingeha zanista jin hemû pirskirêkên heyî dikarê çareser bibe û civak werê şiyar kirin da ku vegerin cewherên xwe. Bi zanista jin, dê hemû alozî werin çareserkirin.”

Perwerdeyek li ser bingehê zanista jinê

Endama Meclisa Perwerdê ya Kongra Star Bêrîvan Yûnis a ji ajansa me re axivî da zanîn ku yek ji armancên sereke ya Meclîsa Perwerdê avakirina kesayetên exlaqî û polîtîk e ku bikaribin civakek li ser bingehê hevjiyana azad ava bikin û têkbirina hişmendiya baviksalar e ku bi hezar salan e xwe li ser metîngeriya li ser keda civakê daye avakirin. Bêrîvan Yûnis bi bal kişandina li ser zanista jinê destnîşan kir ku pêwist e her kes bi zanista jinê xwe nas bike.

Bêrîvan Yûnis a di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku erka wan a esasî parastina zanista jinê ye, lewra jî erka esasî ya Komîteya perwerdê mîsogerkirina serkeftina şoreşê ye wiha domand; “Ji her alî ve êrîş li ser zanista jin heye. Erka vê komîteyê giran e, yek jê guhertina hişmendiya civakê ya ku ji aliyên hêzên desthilatdar ve hatiye ferzkirin. Bêguman ew jî ne hêsan e têkoşînek mezin jêre pêwist dike da ku pêk were. Hemû pirsgirêkên heyî ku civaka me rastî wê tê, her wiha cureyên tundiyê yê ku li ser jinan tê meşandin, sedemên wê zihniyeta mêr a serdest e, lewma bi belavkirina zansta jin dê ev pirsgirêk werin çareserkirin.”

Bi gotina “Ji ber ku civaka ku jin tê de kole be ew civakek winda û kole ye” Bêrîvan Yûnis bal kişand li ser girîngiya zanist û azadiya jin û wiha got; “Tevgera azadiyê ji bo guhertin û veguhertina hişmendiyê bi salan e têkoşînek mezin li hemberî êrîş û şert û mercên herî zehmet dide meşandin. Heya roja îro jî ev têkoşîn dewam dike da ku bigihe armanca xwe ya sereke ku civakê vegerîne rastiya xwe ya ku li ser zanista jin ku civakek bi exlaq û komînal were avakirin.”

‘Sedsala 21’an bi pêşengtiya jinan bû mînaka cihanê’

Bêrîvan Yûnis a qala kar û xebatên xwe yên dû salan kir, diyar kir ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zanista jinê di sedsala 21’emîn de Şoreşa Jin ji bo tevahî cîhanê bû mînak û der barê xebatên perwerde yên hatine meşandin wiha got; “Gelek perwerdeyên baş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vebûn ku gelek encamên erênî bi xwe re anî. Em bi saya perwerdeyan dikevin wê ferqê ku pêwistiya civakê heye ku civakek bi exlaq û polîtîk avabikin. Avakirina civaka exlaqî û polîtîk pîroz û serkeftinek mezin e, ji bo wê mijarên ku em esas digirin, dîroka jin, şerê gel ê şoreşgerî, kuştina zihniyeta mêr, Jineolojî, rastiya Serokatî û welatparêziye.”

Konferans bi derxistina pilansaziya 2 salan bi dawî bû. Di pilansaziyê de ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya civakê li ser bingeha hevjiyana azad girîngî li ser vekirina dewreyên perwerdê hat dayîn.