DFG: Di meha Cotmehê de 10 rojnamevan hatin girtin

DFG’ê bi rapora xwe diyar kir ku di meha cotmehê de 14 rojnamevan bi muameleya xerab re rûbirû mane û bi girtina 10 rojnamevanan re hejmara rojnamevanên girtî gihîştiye 87’an û di çarçoveya kampanyaya “Nûçeyekê jî tu bişîne” de, banga piştevaniyê kir.

Amed - Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha cotmehê ya binpêkirina mafan a li dijî rojnamevanan eşkere kir. Di rapora ku hat dest nîşan kirin bi polîtîkaya salên 1990’î yên dewlet û desthilatê meha cotmehê tê pêşwazî kir, wiha hat gotin: “Di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê, rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel bi siûqastê hat kuştin. Kuştina Akarsel bêguman bêyî polîtîkayên şer ên desthilatê nikare bê nirxandin. Desthilat xwest di ser kuştina Akarsel re ku li dijî zihniyeta baviksalarî di qada jîneolojiyê de mohra xwe li binê xebatên girîng daye û kedeke mezin daye kevneşopiya çapameniya azad de peyam bide kesên ku armanc dikin rastiya desthilatê derxin holê û binpêkirinên mafan ragihînin. Piştî kuştina Akarsel li gelek bajaran bi pêşengiya jinan çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de polisan êriş pêk anîn û hempîşeyên me jî kirin hedef.”

Qanûna sansûrê

Tevî ku yên herî zêde deng derdixînin rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ne jî, rastiyeke ku ev qanûn hemû beşên civakê eleqedar dike heye. Bi vê qanûnê re hewldana welatiyekî ya li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe bide bihîstin, bi gotina 'dezenformasyonê' dikare pêşî lê bê girtin. Yanî bi qanûna sansurê re tê armanc kirin ku bi taybetî pêşî li belavbûna nûçeyên sûcên ku faîlê wan dewlet û mêr in bê girtin. 

Tirsa hikumetê ya ji rastiyê 

10 rojnamevanên din 28’ê cotmehê sewqî edliyeyê hatin kirin. Tevî ku wergirtina îfadeyên wan zû bi dawî bûn jî derbarê rojnamevanan de nîvê şeva 29’ê cotmehê de biryara girtinê hate dayîn. Rojnamevanên ku nûçeyên wan, hevdîtinên wan ên bi çavkaniyên nûçeyan re û gera wan bûn mijara sûc, di korîdorên edliyeyê de bi dirûşmeya “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” biryara girtinê şermezar kirin. Ji rojnamevanên hatin binçavkirin tenê Mehmet Gunhan bi şertê kontrola edlî hate berdan. 

Girtina 26 hevalên me yên kedkarên çapemeniya azad a di mehekê de, kevneşopiya çapemeniya azad bi dawî nekirin. Lê belê careke din nîşan da ku tirsa hikumetê ya ji rastiyê, çawa ew nêzî dawiyê kiriye. Desthilatên salên 90’î bi rêbazên JÎTEM’ê nekarîbûn serê çapemeniya azad bitewînin, desthilatên ku îro bermahiyên JÎTEM’ê ne jî wê nikaribin serê çapemeniya azad bitewînin. 

Banga piştevaniyê

Bi wesîleya rapora me ya mehane em careke din kampanyaya “Nûçeyekê jî tu bişîne” ku me di 2’yê mijdarê de li Amedê da destpêkirin bi bîr dixin û û hemû hempîşeyên xwe vedixwînin piştevaniyê. Em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku bi parvekirina nûçeyên xwe yên bi JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê re nîşan bidin ku nûçe û rojnamegeriya rojnamevanên kurd ên dixwazin bi girtinan bên bêdengkirin ne sûc in.” 

Di raporê de binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamevanan wiha ne:

BINPÊKIRINA MAFÊ ROJNAMEVANÊN ÊN JIYAN Û EWLEHIYÊ

* Rojnamegeran êriş li wan hat kirin: 1

* Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin: 12

* Rojnamegerên hatin binçavkirin: 23

* Rojnamegerên hatin girtin: 10

* Rojnamegerên ku rastî muameleya xerab hatin: 14

 * Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 2

* Rojnamegerên ku di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin: 6

* Binpêkirinên li dijî rojnamegeran ên li girtîgehan: 23

LI DIJÎ ROJNAMEVANÊN BINPÊKIRINÊN AZADIYA RAMAN Û DERBIRÎNÊ

* Rojnameger hatin cezakirin: 5

* Rojnamegerên hatin darizandin: 59

* Hejmara rojnamegerên girtî (ji 1'ê cotmehê ve): 87

BINPKIRINA MAFÊN ROJNAMEVANAN ÊN ABORÎ/CIVAKÎ

* Binpêkirina mafên aborî: 2

QEDEXEKIRIN Û SANSÛRKIRIN 

* Biryara qedexekirina weşanê: 1

* Cezayê rawestandina weşanê: 5

ASTENGIYÊN LI PÊŞ MEDYA INTERNET-DÎJÎTAL

* Malperên hatin girtin: 4

* Nûçeyên hatine qedexekirin: 49

* Naveroka medyaya dîjîtal ku hatine qedexekirin: 2