Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em ê ji bo jinan siberojeke mayînde avabikin

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê peyamek da û wiha got: “Em Roja Jinan a Cîhanê kom bibin, astengiyên li pêşiya pêşketina jinan veguherînin derfet û ji bo jinan siberojeke mayînde avabikin.”

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Sûriyeyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand. Di peymanê de 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê hat pîrozkirin û têkoşîna tevgerên xwecih û cîhanî yên jinan hat silavkirin.

‘Em ê astengiyên li pêşiya pêşketina jinan veguherînin derfet’

Di peymanê de hate gotin, destkeftiyên ku jin bi dest xistin sûdê didin hemû kesan û ev bang hat kirin: "Em Roja Jinan a Cîhanê kom bibin, astengiyên li pêşiya pêşketina jinan veguherînin derfet û avakirina siberojeke mayînde ji bo jinan. Wekî jinên Sûriyeyî divê em asta têkoşîn û xebatê mezin bikin. Ji bo xizmeta xebata hiqûqî, demokrasî ya navendî, ji bo avakirina siberojeke ewle, demokratîk û pirrengî ji sûriyeyan re em ê bi awayekî hîn mezintir bixebitin.

Banga bidawîkirina dagirkeriyê hate kirin

Di peymanê de banga rawestandina şer, diyalogên navxweyî, çareseriya siyasî, serbestberdana tevahî girtiyên siyasî û aşkerakirina aqûbeta windahiyan hat kirin. Her wiha banga bidawîkirina dagirkeriyê û mîsogerkirina mafên tevahî sûriyeyan hate kirin.