Meclisa Jinan a Reqayê komxebatek bi navê “Hunera Zerafeta Rewşenbîrî û Fîzîkî” li dar xist

Meclisa Jinan a bajarê Reqayê komxebatek bi navê "Hunera Zerafeta Rewşenbîrî û Fîzîkî" li dar xist.

Reqa – Meclisa Jinên Sûriyê a bajarê Reqayê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebatek ji bo pênasekirina bedewiya ramanê li dar xist. Ji ber ku ne girêdayî xuyabûna derve ye, ew bi hûnera danûstandina bi kesan re ve girêdayî ye û di encam de jî zerafeta rewşenbîrî di xuyabûna mirov de xuya dike.

Endama Meclîsa Jinên Sûriyê Suhêl El-Senûh diyar kir ku di komxebatê de çendîn pirs hatin kirin da ku ev mijar di civakê de baş were fêhmkirin û wiha anî ziman: "Me li ser bedewiya exlaq û ruh û çawaniya danûstandinê nîqaş kir. Mirov ne tenê bedenek e ku li wî an jî li xuyabûna wî dinêre, divê di danûstandinê de xwedî exlaq û ramanek bilind be."

Endama Têkiliyên Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Bitûl Hemzawî jî anî ziman ku di komxebatê de behsa hunera zerafeta rewşenbîrî û fîzîkî kirin û pêwendiya di navbera hiş û laş de çi ye, û gelo zerafeta laş li ser zerafeta ramanê derbas dibe û çi pêwendiya wan heye.