Ji Emîne Şenyaşar bang: Bila sibê her kes li cem me be
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin û kurek wê jî hat girtin, ji bo merasîma bîranînê ya ku dê sibe pêk were bang li her kesî kir û wiha got: “Bila hemû kes sibe li cem me be. Ez ji bo her kesî edalet dixwazim.”
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 462’an de berdewam dike. Dayik û kurê wê serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê. Dayik û kurê wê yê ku li ber deriyê edliyeyê rûniştin, bi dowîza “Em edaletê dixwazin” nobeta xwe dan destpêkirin.
“Bila kesên ku zarokên min kuştin bên girtin”
Dayika Emîne Şenyaşar ku tevî gelek astengî û zehmetiyan jî ev 462 roj in çalakiya xwe didomîne, bal kişand ser merasîma bîranînê ya ku dê sibe were lidarxistin û wiha axivî: “Ev bû 4 sal ku me nekarî bîranînê li dar bixin. Me nekarî şîna xwe bigirin. Bila hemû kes sibe li cem me be. Bila Fadilê min were berdan, edalet pêk bê û em jî wê rojê dê taziyeya xwe deynin. Daxwaza min a edaletê ji bo her kesekî ye. Bila edalet pêk bê. Heta edalet pêk neyê ez ê ji vir ranebim. Êdî bes e û em dixwazin li mala xwe rûnin. 3 kes qetil kirin û bila kurê min berdin. Ev 4 sal derbas bûn û dikeve sala 5’an. Bila ev zilm êdî bi dawî bibe. Bila kesên ku zarokên min kuştin bên girtin. Çima nayên girtin? Kesek li nexweşxaneyê li pêş çavên bijîşkan mirovan nakuje. Ez nexweş im û bi zor û zehmet têm vê derê. Ger ez bimrim jî bila li vir bimrim.”
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê bal kişand ser merasîma bîranînê ya dê sibê were lidarxistin û bi hastaga #AdaletİcinUrfadayiz ev parve kirin kir: “Yê ku zilma dike kî dibe bila bibe, exlaq ew e ku mirov li dijî vê zilmê derkeve û kî dibe bila bibe piştevaniyê bide kesê li heqê xwe digere.”