Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Zelalkirina dosyeya Rojîn deynê hikûmetê ye

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê derbarê mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş de daxuyaniyek da. Daxuyaniyê destnîşan kir ku saziyên dewletê hewl didin kuştina jinan veşêrin û daxwaz kirin ku bersiva pirsên di rapora Saziya Tiba Edlî de bên dayîn.

Enqere - Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê Rojîn Kabaiş a ku li Wanê di bin mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘Bêdengiya wezîran rê li ber lêpirsînê digre’

Di daxuyaniya ku li ser hesabê X'ê yê Meclîsa Jinan hate parvekirin de, balkişand ser wê yekê ku kuştina jinan ji aliyê saziyên dewletê ve tê veşartin û wiha hat ser ziman: "Waliyê bajêr bêyî ku otopsiyek jî were kirin, ev kuştin wekî 'xwekujî' bi nav kir; ev bi xwe delîlek e ji bo vê yekê. Her çend her roj agahiyên nû derbarê kuştina Rojîn Kabaiş de derdikevin holê jî, bêdengiya wezîrên welêt nîşana wê yekê ye ku çawa rê li ber lêpirsînê tê girtin."

‘Ev encam du sal in çima nayên lêkolînkirin?’

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bal kişand ser madeyên çalak ên dermanan ku di rapora Saziya Tiba Edlî de hatine tespîtkirin û destnîşan kir ku çaresernekirina vê dosyeyê nîşan dide ku kuştina jinan çawa tê nixumandin.

Daxuyaniyê diyar kir ku divê Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê bersiva van pirsan bidin:

“*Ew madeyên çalak ên dermanan ku di zik û organên hundirîn ên Rojînê de hatine tespîtkirin, ji ku derê hatine?

*Ev derman ji aliyê kê ve û kengî dane Rojînê?

*Gelo qeydên wê nexweşxaneya ku emeliyat lê hatiye kirin, hatine kontrolkirin?

*Gelo bi bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên têkildar re axivîne?

*Çima ev encam du sal in nebûne mijara lêpirsîneke berfireh?”

Di dawiya daxuyaniyê de ev hat xwestin: "Eşkerekirina bersiva van pirsan dê bibe gaveke dilsoz ji bo têkoşîna li dijî kuştina jinan û tundiya li ser jinan li vî welatî. Zelalkirina dosyeya kuştina Rojîn Kabaiş, deynê vê hikûmetê yê li hemberî jinan e."