Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Divê Betûl Elloş bê berdan

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê revandina jin û zarokan a li Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî da. Meclisê banga serbestberdana Betûl Elloş kir.

 Navenda Nûçeyan – Meclîsa Jinan a DEM Partiyê balkişnad ser bûyerên revandin û girtina jinan a li Sûriyeyê. Meclîsê tekez kir ku “Divê Betûl Sûleyman Elloş demildest radestê malbata wê bê kirin.”

Di daxuyaniya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê de hat destnîşan kirin ku “Li herêmên di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ji nişikave windabûna jinan û piştî demekê bi cil û bergên cuda derketina holê ne tesaduf e. Bi gotinên ‘zewac’ û ‘hidayetê’ sûcên li hember jinan ji aliyê rejîma HTŞ’ê ve tên veşartin.

 Dîl girtiye

 Meclîsê diyar kir ku “Revandina xwendekara Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Tişrînê Betûl Elloş ya  21 salî jî mînaka herî şênber ya rewşên revandin û girtinê ye.”

Meclîsa jinan ya DEM Partiyê destnîşan kir ku “Betûl Elloş li Lazkiyê bi zorê tê revandin û ev bi îfadeyên şahidan hatiye dîtin. Li ser banga malbatê ji telefona Betûl peyam diçin ji malbatê re. Bi van peyaman dixwazin malbatê bêdeng bikin. Li gorî agahiyên malbatê dane Betûl Sileyman Elloş li Cebleyê li dibistanek keçan dîl girtiye.”
‘Em ê li dijî êrîşên  çeteyan bêdeng nemînin’

Meclîsa Jiana ya DEM Partiyê  balkişand ku Li Rojavayê Kurdisatnê jî li hember jinan sûc tên kirin. Meclîsê tekez kir ku ew ê wek her tim bêdeng nemînin û wiha bi dawî kir: “Wek duh, îro jî em ê li dijî êrîşên çeteyan bêdeng nemînin. Em bang li hemû rêxistinên maf û jinan dikin ku demildest Betûl Elloş bê berdan û radestê malbatê bê kirin.”