Meclisa Îştar bang kir: Divê xwedî li Azîme Arsun bê derketin

Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî girtina siyasetmedara Kurd Azîme Arsun bi tundî şermezar kir û got banga xwedî derketina li Azîme Arsun kir.

Mexmûr- Meclisa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî binçavkirina siyasetmedara Kurd Azîme Arsun a ji Bakurê Kurdistanê ku xwest di 2’ê Gulanê de ji bo dermankirinê ji Balafirgeha Hewlêrê biçe derveyî welat, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Meclisa Îştarê wiha ye:

“Wekî tê zanîn bi salan e gelê Kurd bi qasî ku li hemberî dijmin li ber xwe dide di heman demî de li hemberî xeta îxanetê jî li ber xwe dide. Çend sal in tevgera azadiya Kurdistanê li hemberî xeta îxanetê ya mala Barzanî û PDK’ê di nava berxwedanê de ye. Tê zanîn îxanetkar û neyarên qewmê xwe beriya niha bi çend rojan dîsa li ser kar bûn û di encamê de hevala Ezîma Arsun (Nurşîn Silopî) fermandar û pêşenga hereketa azadiyê ya ku 32 salên xwe daye vê tekoşînê girtin. Rêhevala me piştî zor û zehmetiyan ji bo jinên Kurd li her qadê xebat daye meşandin bûye hêvî û hêzeke mezin di nav civakê de daye avakirin, di dilê welatparêzan de bi awayê ku neyê jibîrkirin xwe daye mayîndekirin.

Rêhevala me dema ku ji ber sedema nexweşiyê ji bo tedawiyê çûbû Hewlêrê ji aliyê îstîxbaran û parastina PDK’ê ve bi awayekî ji derveyî exlaqî dîl tê girtin. Hevala Nurşîn fermandar û pêşengeke tevgera azadiya Kurdistanê û bi taybetî yek ji pêşengên jinên Kurd bû. Di kesayeta hevala Nurşîn de rûyê îxanetkar ê PDK’ê û hevkariya we ya bi dewleta faşîst a Tirk re dîsa xweda pêş. Êrîşa li ser rêhevala me Nurşîn Silopî ne êrîşeke ji rêzê ye û dîrok wê vê yekê ji bîr neke. Di heman demê de di kêliyên dîrokî yên ku tên nivîsandin, li seranserê Kurdistanê û ji derveyî welat şoreşa ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bilind bûye, jin ji bo azadiya xwe dîrokê dinivîsînin û di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê di pêşengiya jinan de şoreşa Rojava mezin dibe. Li hemberî bûyîna îradeya pêşeng û rola jinan a dîrokî xwe ranegirtin.”

‘Ev îxanet li hemberî hemû jinan e’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hemû jinên têkoşer bûne hedef  û wiha bi dawî bû: “Em weke jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di kesayeta hevala xwe Nurşîn de îxaneta ku pêk hatiye, li hemberî hemû jinên azadîxwaz, serhildêr û têkoşer dibînin û bi awayekî herî tund PDK û AKP-MHP’a hevkarên wî şermezar dikin û li her çar parçeyên Kurdistan û ji derveyî welat banga xwedîderketina li rêhevala me Nurşîn Silopî dikin.”