Heyeta Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne

Heyeta Çavdêriyê ya Navneteweyî ku ji 403 kesan pêk tê û hat Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê hilbijartinan dişopîne.

Navenda Nûçeyan - Heyeta Çavdêriya Hilbijartinê ya Navneteweyî ya ku ji bo hilbijartina îro li Tirkiyeyê tên pêkanîn hat welat, dest bi erka xwe kir. Heyeta ji 175 kesan jî ku ji parlamenter, nûnerên partî û partiyên sîwanî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûqnas, akademîsyen, lêkolîner, rojnamevan û aktîvîstên ji welatên cuda yên Ewropayê pêk tê, xebatên bikaranîna dengan dişopîne.

175 ji 403 çavdêran li bajarên herêmê hatin erkdarkirin. Piştî bidawîbûna bikaranîna dengan, dê çavdêr li qonaxa jimartina hilbijartinê jî cih bigrin. Nûnera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Ewropayê Devrîş Çîmen a têkildarî xebatên Heyeta Çavdêriya Navneteweyî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî, diyar kir ku heyeta çavderiyê tevî her tiştê jî ji bo kontrolkirina ewlehiya hilbijartinê li qadê ye.

Dê li herêmên hilbijartinê çavderî bê kirin

Nûner, destnîşan kir ku ji bo kêmkirina hilê û astengiyên çêbibin ji bilî heyeta navnetewî ya fermî, heyetên nûnerên serbixwe yên ji Ewrûpa jî hene û wiha axivî: “Ji Fransa, Îtalya, Spanya, Ingilistan, Almanya, Hollanda, Swîsre, Awûstûrya, Norwêc, Danîmarka, Swêd û Fînlandiyayê 175 çavdêrên serbixwe dê li Amed, Çewlig, Mûş, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Qers, Erdexan, Sêrt, Meletî û Stenbolê çavdêriyê bikin.  Di heyetê de, ji bilî parlamenter û nûnerên çep, sosyalîst, kesk, partiyên civakî ya demokrat, 175 kesên ji sendîka û rêxistinên civaka sivîl, parêzer, akademîsyen, rojnameger û aktîvîstan pêk tên dê li parêzgehên Kurd ji bo çavdêriye li qadê bin.”

Heyeta Çavdêriya Hilbijartinê ya Navneteweyî, di hevkariyê de Saziyên Demokratîk û Baroya Mafên Mirovan AGİT (ODIHR), Asamblesa Parlamenter AGÎT (OSCE PA) û Meclîsa Parlamenteriya Konseya Ewrupa (PACE) dimeşîne. Di heyeta ku 403 çavdêr tê de cih digrin de, 264 bûn DKİHB û 101 jî ji aliyê Asamblesê ya Parlamenter ya AGÎT û 38 jî ji akiyê Meclîsa Parlamento ya Konseya Ewropayê ve hatin erkdar kirin.

Dê encamen hilbijartinê bên parve kirin

Ji aliyekî din agahdariya ji herêmên hilbijartinê tên, bi danûstandina nêrînên HDP’ê, Partiya Çepên Kesk, rojnameger û siyasetmedaran, di malpera www.hdpeurope.eu dê bi rêya blogê zindî were nûve kirin û dê ji raya giştî re were eşkere kirin.